Li Bajarê qadim Helebê mirovekî kal li avahiya tar û mar bûye, li odeya ku bi pirahî rûxiya ye di rewşeke balkêş de ketiye ber objektîfa wênekêşê AFP Joseph Eid.  Di dest de qelûn, li gromofonê guhdar dike, di berîka wî de pirtûk mîna ku xwe berdabê kurahiya deryaya bîranînan rawestiya ye.  Kesê di wêneyê de xwuya dike Muhammed Mohiedin Anis ê mîna Ebû Omer tê nasîn e. Ebu Omer 70 salî ye û berê karê koleksiyonvaniya otomobîlan dikir.Ev yek ji hezaran, deh hezaran wêne û çû çîrokên Helebê ne. Heleb tar û mar bû, kevir li ser kevir neman lê belê mirovên wê girêdana xwe ya bi jiyanê re didomînin.  


 HELEP