Li bajarê Hollanda Amsterdamê, kesên ku di komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dayî, hatin bibîranin. Merasîm li Navenda Civaka  Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Amsterdamê pêk hat û gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Di civînê de bal hat kişandin ser rola gelek dewletan ya di komkujiya Helepce de ku bi fermana Sedam Huseyn hatibû kirin. Di merasîmê de sînevîzyonek derbarê qetlîamê de hate nîşandan. 

Hevserokê NCDK´a Amsterdamê Engîn Yurtsever axivî û got; “Helebce yek ji wan qetlîaman e ku gelê Kurd bi hezaran sal e pê re rû bi rû maye. Lê belê bi rêxistinkirin û tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev dem derbas bû. Îro jî bi hêztir û bi biryardarî ber bi azadiyê ve diçe. Wê hesabê hemû sûcên li dijî Kurdan were pirsîn.”

Siyasetvanê Kurd, Ciwan Dep jî dewra neyekbûna Kurdan di qirkirina Helebce de weke sûcê mirovahiyê wiha rave kir: “Li dijî zihniyeta dijmin, nebûna yekitiyekê di nava Kurdan de jî sedemeke din ya vê qetlîamê ye.” 


 AMSTERDAM