Navenda Çapenî-Ragihandin a HPG'ê da zanîn ku gerîlayên HPG’ê roja 21-22’yê cotmehê li Şirnexê derbe li helîkotpera Skorsky ya Artêşa Tirk xistin û li Wanê jî rê kontorl kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 21'ê cotmehê de di saet 16.00'an de li Şirnexê li dijî helîkoptere skorskya ber bi qereqola Osyanê ve diçe ji aliyê gerîlatan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorsky a giran derbe dixwe, neçar maye vegere li Şirnexê daxîne.
HPG-NÇR’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Wanê de jî ev daxuyanî da: “Di 22'ê cotmehê de di navbera saet 06.00-09.30'an de riya di navbera Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Her weha kesekî bi dijmin re hevkariyê dike, hatiye binçavkirin, li pêşberî gel hatiye darizandin. Piştî sozdana nedubarekirina hevkariya bi dijmin re ev kes serbest hatiye berdan.”
Hew wiha HPG’ê derbarê kuştina cerdevanê berê yê bi navê Eşref Kocabey ê li gundê Sogutluya Agiriya jiyan dike de jî agahî da û aşker kir ku tu têkiliya gerîlayên wav bi kuştina Kocabey re nîne.
ANF/BEHDÎNAN