HPG-NÇR’ê diyarkir ku, di 22’ê Mijdarê demjimêr 15.00’an de helîkoptera skorsky ku ji qereqola Osyan ya girêdayî Şirnexê ber bi Şirnexê ve diçû gêrîlayan derbe lêdaye, helîkoptera derbe xwar neçar ma ji herêmê dûr bikeve. Hate ragihandin ku, di operasyona li bejahiya navçeya Dêrikê hate destpêkirin pevçûna rû daye, piştî pevçûnê rêya Dêrik-Şemrex ji aliyê leşkeran ve li trafîkê hate girtin. Li bejahiya di navbera gundên Berkevir û Birînî yên navçeya Dêrika Mêrdînê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyonê destpê kir. Pişî demek kurt ya operasyonê li herêmê dengek zêde yê çekan bilind bû. Leşkeran rêya navçeyên Dêrik û Şemrexê li trafîkê girtin, hate ragihandin ku pevçûn didomin.

BEHDÎNAN/MÊRDÎN