Rojhat Aydin di danişîna Doza Nisêbînê de parastina xwe kir û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di Doza Nisêbînê de danişîna Rojhat Aydin çêbû. Danişîn li Dadgeha Mêrdînê ya Cezayê Giran a 4’an pêk hat. Aydin ê li zindana Tokatê Tîpa T’yê ye bi dîmen beşdarî danişînê bû.

Dozgeriyê xwest, ji ber tevahî îdîayan Aydin were cezakirin.

Aydin jî bal kişand tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd şermezar kir û xwest ku tecrîdkirina  Ocalan were bidawîkirin.

Şandeya dadgeha dewleta dagirker biryar da Aydin girtî bimîne û danişîn taloqî 19’ê Adarê kir.

 

ANF/MÊRDÎN