Di vê dema dawî de rewşa welatê me ango Kurdistanê di metirsiyeke mezin de ye, êrişên dewleta Tirk bênavber li ser axa Kurdistanê berdewamin çi li Rojavayê Kurdistanê çi li Başûrê Kurdistanê sivîl têne kuştin, sînor û axa Kurdistanê tê dagirkirin bêyî ku dewleta Tirk a dagirker hesaban ji kesî bike. Bêdengiya rewşenbîran der barê van diyarde û helwestên bêdeng û asta arîşeyên girêdayî mentiqê rewşenbîran de dibe yek ji hewldana ber bi avakirina pirsgirêkên navxweyî û ji tore û wêjeya Kurdî dûr diçe. Li ser êriş, destdirêjî û talankirina li ser welatê me heye, sosreta bêdengiya hin ji rewşenbîrên Kurd mirov matmayî dihêle! Lê beriya ku em behsa helwest û bêdengiya rewşenbîrên (qaşo) bê alî bikin, li vir  pirsa ku xwe her tim di hiş û mejiyê me dide pêş, gelo çima heta niha di asta Kurd û Kurdistanê de gotarek hevbeş û yekgirtî di nava rewşenbîr Kurd de derneketiye? Herî dawî înîsiyatîfek bi navê Hunermend û rewşenbîran derket û ava bû, lê di avakirina vê înîsiyatîvê de dengê rewşenbîran qet li qadên hundir û derve nehatin bihîstin. Jixwe pirr balkêş e ku di vê qonaxê de ku rewşenbîr bi gotareke yekgirtî derkevin pêşberî cîhanê û helwestên xwe yên Kurdewarî bi cî bînin ta ku êdî bi vê helwesta xwe ya Kurdistanî bikaribin asoyên hişmendiya gelê Kurd berz û bilind bikin, berevajî mijarê ku ev şêwe û mentiqê bêdengiya wan li derveyî kultûra me Kurdan e. Jixwe em ji bîr nekin ku yek ji arîşe û pirsgirêkên bingehîn yên hebûna kesayeta rewşenbîrên Kurd a dema îro de ku hin ji rewşenbîran qaşo (xwedêgiravî) ji bo ku êrişên li ser beşekî Kurdistanê şermezar nekin ta ku ew li ser siyaseta din neyên hesibandin, netenê wilo jî ew xwe bêdeng dikin xwe kor jî dikin her wiha xwe bi van şêwe û helwestan û mentiqan ew xwe bê wijdan jî dikin û bi vê ew ê di nava rûpelên dîrokê de bên tawanbarkirin. Jixwe ev helwestên bi vî rengî ji sedî sed dikevin xizmeta neyarên Kurdan. Gelê Kurd di dîroka xwe de  her tim li jiyanê digerin û li aştiyê digerin, lê ew her gav û wext dibin qurbaniyê hin ji siyaset û helwest û mentiqê hin ji rewşenbîran. Ji bo ku êdî rewşenbîrên Kurd erka xwe ya dîrokî bi cî bînin, divê tavilê tevgerek rewşenbîrî ava bibe û di bin sîwana wêje û edebiyata Kurd de werin cem hev, dema ku ev tevgera rewşenbîrî ava bibe li wir bê teredud wê gotarên hevbeş û helwestên zelal derkevin û kesayeta rewşenbîrên Kurd ji wî kiras û qalikê bêdengiyê derkeve.