Helbet her rêxistin xwedî feraset û bîrdozeke cûda ye. Lê ev cûdahî divê ji bo lewazkirina hêvî û destketiyên neteweyî neyê bikaranîn...
Bona vê yekê bersiva van pirsan girîng e; gelo helwestên tê nîşandan, xizmetî berjewendiyên kê dike? Pêşî ji bo yekîtiya gel vedike an cûdahiyê dixe nav xelkê? Têkoşîna civakî xurtir an lewaztir dike?..
Bîrdoza rêxistinan çi dibe bila bibe; her gotin û pratîk berî her tiştî divê gorî pêwîstiyên civakî be.
Îro Kurdan firsendên dîrokî bi dest xistine. Ji her hêlan ve em di rojên dîrokî re derbas dibin. Kurdên li Rojava şoreşa xwe bilind dikin, li Bakur bi muzakereyên bi hikûmeta Tirk re sewa bidestxistina mafên civakî pêvajoyeke çareseriyê tê meşandin û li Başûr jî amadekariya Konferansa Neteweyî ya ku partiyên ji her çar hêlên welêt wê tevlî bibin, tê kirin. Ev bi serê xwe pêşketinên dîrokî ne. Û di dîrokê de ev cara yekê ye ku Kurd ji bo sazkirina yekîtiyê û gîhiştina îradebûneke neteweyî firsendekî wisa bi dest dixin...
Li hember van pêşketinan helwesta dîrokî, hewldanên ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û li her çar parçeyên welêt li hemberê serdestan bilindkirina moralê xweng û birayên xwe ye.
Divê her rêxistinên Kurdî bi cidiyet û hestyariyeke neteweyî siyaseta xwe bimeşîne, û helwest û daxuyaniyên xwe gorî vê pîvanê pêk bîne.
Îro şoreşa Rojava mîna tûrnusolê ye; rastiya her rêxistinên Kurd bi aşkereyî radixe ber çavan. Her hêza Kurd wê bi polîtîkayên xwe yên ku îro li hemberê şoreşa Rojavayê Kurdistanê dimeşîne re di dîroka Kurdî a nûjen de şûnekê bigire.
Wekî tê zanîn, hêzên serdest ên herêmî gişt li hemberê Rojava ambagoyekê pêk tînin. Mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi hêzên serdest re heman polîtîkayê dimeşîne. Girtina deriyên li ser sînora Başûr-Rojava him moralê Kurdan giştan xirab dike him jî berovajî vê yekê, destê neyarên Kurdan bihêztir dike.
Di daxuyaniyên rayedarên Başûrî de jî zimanê tê bikar anîn, heman zimanê ku hikûmeta Tirk a ku alîkariya hêzên El Qaîdeyî dike, ye. Hêzên El Qaîdeyî û qaşo serfermandarên Arteşa Azad a Suriyeyê jî heman zimanê tijî derew û pê dijminatiya PYDê tê kirin, bikar tînin. Rayedarên Hikûmeta Başûr, li Rojava hêza herî rêxistinbûyî PYDê mîna hevkarê dîktatorê Suriyeyê Beşar Esad dide nasandin û ji bo lewazbûna rêveberiya Desteya Bilind a Kurd her gotin û pratîkê tîne zimên û pêk tîne. Çapemeniya Başurî jî heman derewan wek dijpropagandayeke qilêr li hember rêveberiya Rojava belav dike…
Ev ne zimanê biratiyê ye, ne yê yekîtî û xurtkirina destketiyên neteweyî ye. Berovajî, ev zimanê serdestan û yê dijminê Kurdan bi xwe ye! Ev helwest xizmetî dijminên Kurdan dike. Helwesta Hikûmeta Başûr, moralê xelkê me ye Rojavayî yên ku li hemberê êrîşên El Qaîdeyiyan û lîstikên Hikûmeta Tirk berxwedana mayîn û nemane didin, dişkîne û di dîplamosiya ji bo destkeftiyên Rojava de destê rayêdarên Desteya Bilind a Kurd lewaz dike…
Ya ku rayêdarên Hikûmeta Başûr ne bi derengî, lê bi lezgînî a niha bike ev e, ku deriyên li ser sînora Rojava-Başûr veke û dev ji heman polîtîkaya Hikûmeta Tirk a ku bi birçîhiştinê terbiyekirina Kurdên Rojavayî berde!..
Di heman demê de ew vegotinên ku El Qaîdeyî jî tînin zimên ê mîna, “PYD hevkariya Esed dike“ jî neke û tu moralê nede neyarên Kurdan!..
Şaşitiyên PYDê an jî Desteya Bilind a Kurd hebe jî, divê ne bi ziman û polîtîkayên neyarên Kurdan, wana mîna pirsgirêkên nava malê bi helwesteke biratî hilînin dest û di nava xwe de çareseriyeke biratî derêxin holê…
Helwesta Başûr li hember Rojava şaş e!
Car caran mirov hinek siyasetmedar, rayedar an serokên partiyên Kurd guhdar dike, bi gotinên wan şaş dimîne; gelo yê ku deng dike, dost e an neyar e? Wexta ku dipeyivin, qet gotina xwe napîvin, ka xizmetî berjewendiya kê dike? Di derbarê hinek mijarên hesas de mesajên xwe bi zimanê neyarên Kurdan tînin zimên.