Parlamena Ewropayê di 15‘ê Îlonê de carêk din û bi helvestêkî tund li ser rewşa Sûriyeyê rawestiya.
Parlamena Ewropayê bal kişadr ser êrişên hikûmdariya Esad li dijî protestvanan.
Herçiqas hikûmata Sûriyeyê 21’ê Nîsanê de dabû zanîn ku rewşa awarte bi dawî be; li Sûriyeyê mirov tên kuştin, hovîtî li dijî kesên sîvil her berdewam e.
Li gor daxwiyaniya Parlamanê, êşkence, lêdan û zext li Sûriyeyê her diçe zede dibe û mafê mirovan binpê dibe. Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber zordariya Hikûmata Sûriyeyê  zedeyê 2600 kes hatine kuştin. Bi hezaran kes hîn jî girtî ne.
Li bîryarên xwe yên aktûel de Parlamena Ewropayê bi desteyên bîryar û pêşniyazan bal dikşîne ser rewşa Sûriyeyê:
* Sûriyeyê bi êrîşên xwe li diî meşvanan, helwestêkî ne demokratîk dide xûyakirin û bi dagirkirina bajaran û xerakirina çavkaniyên avê, jiyana civakî xera dike û jiyana gelê xwe binpê dike;
* Dide zanîn ku hikûmata Sûriyeyê soz dabû ku reforman pêk bîne û ji bo pêşerojê rêyêke demokratîk bixe bingeha helwestên xwe;
* Herçiqas Sûriyeyê dixwest gavên demokratî baveje ji, heta îro rewş xwe negûhartiye û her diçe ber bi nexweşiyê diçe;
* Krîza Sûriyeyê dibe sedema tehdîdê di herema Rojhilata Navîn de;
* Li gel hemû hêşyarkirin û pêşniyarên Yekîtiya Ewropayê  Sûriyeyê heta îro jî gavên demokratîk neavetinê û ev yekê dibe asteng ji bo têkiliyên noşdar ji bo peşveçûna demokrasiyê;
* NY di roja 23’yê Tabaxê di daxûyaniya xwe de bîryar dayiye ku delegasyonêkî navnetewî bişîne Sûriyeyê. Divê ev komîsyon di heremê de lêkolîn li ser rewşa mafê mirovan pêk bîne û raporêkê amade bike;
* Şermezar dike ku şidet li hember kesen sîvîl pêk tê; aktîvîst tên kuştin, organên dewletê dibin şirîkê şidetê û dewlet bi xwe di binpêkirina mafê mirovan de cîh digre;
* Piştgiriya malbatên kesên kuştî û mexdûr dike. Hewl dide ku demokrasî pêş bikeve û mafê mirovan binpê nebin;
* Bang dike ku Sûriyeyê hemû îrîşên xwe li dijî protestvanan rawestîne; girtiyan berde; karê parêzvanên mafê mirovan, rojnamevanan serbest bihele;
* Divê Sûriyeyê hewl bide ku sûcdarên kuştin û girtiyan bên cezakirin; divê lêkolînên berfireh ên ji bo rohnîkirina sûcan bên kirin û derbarê sûcdaran de doz were vekirin;
* Pîroz dike ku dewlemendiya kesên ku şirîkên sûcdariya dewletê ne hatiye cemidandin û pêşniyar dike ku li dijî sûcdarân gavên tundtirîn werin avêtin;
* Alîkariya rexistin û saziyyên ku ji bo pêşveçûna demokrasiyê li Sûriyeyê têdikoşîn dike û hewl dide ku hêzên demokratîk pêşkevîn;
* Pîroz dike ku Sûriyeyê ji aliyê hikûmetên Rojhilata Navîn tê şermezedarkirin.
* Bi xemgînî pêşwazî dike ku Îran rejîma Essad dipareze û hewl dide ku ev rejîma dijî mirovahiyê li ser piyan bimîne;
* Bang dike ku rexistinên sîvîl ji bo demokrasiyê werin parstinê û ji bo îknakirina Rusya û Çînê, yên ku ne li gel daxwûyaniya NY ne, gav werin avêtin;
* Divê li dijî Sûriyeyê daxwûyaniyeke berfireh bi piştgiriya hemû endamên NY were darxistin û şidet û zexta li dijî sîvîlan bi dawî bibe;
* Bang li Serokatiya YE’yê dike ku piştgiriya mûxalefetê li dijî rejîma Sûriyeyê bikin û hewl bidin ku ev sîstema dijî demokrasiyê bi dawî be
* Divê hemû pêşniyar û bîryar ji aliyê berpirsiyaren YE’yê li gel berpirsiyarên hikûmata Sûriyeyê werin diyarkirin.