Parêzer Hartmut Waechtler ku di serî de Ulrike Meinhof, parêzeriya lîderên tevgera 68’an a Elmanyayê dikir, bi gotinên tund Wezareta Karên hundir ku alayên YPG/YPJ’ê qedexe kiriye, şermezar kir.

Herî dawî, derhêner Ulî Bez li eyaleta Bayernê, ji bo ku 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê alaya YPJ’ê par ve kiribû li Dadgeha Îdarî ya Munchenê derket pêşberî dadgeh. Dadgehê berevajî cezayê pereyan ku dadgehên din dabûn, biryar da ku Bez were berdan. Jixwe Bez diyar kiribû ku ew ê cezayê pereyan nede û gotibû, “Hewce bike ez ê biçim li hepsê bimînim”. Parêzer Hartmut Waechtler ku li dadgehê parêzeriya Ulî Bez kirî, têkildarî qedexeya alayên YPG-YPJ’ê axivî. Wachtler, li gel ku ti qedexeyek li ser YPG-YPJ’ê tine jî, bi giştînameyekê qedexekirina alayên YPG-YPJ’ê li dijî hiqûqî dît.

Li dewleta hiqûqê nayê

Waechtler got, li qedexeya sembolên PKK´ê zêdekirina wêneyê Ocalan jî sosret bû û wiha dewam kir: “Bêyî ku ti biryarek hebe, bi nivîseke navxweyî ya Wezareta Karên Hundir standina biryarê û qebûlkirina vê ya bi rengê sûc li dewleta hiqûqê nayê.”

Waechtler bi bîr xist ku hêzên YPG-YPJ’ê Êzîdî ji komkujiya DAIŞ‘ê rizgar kirine, qedexekirina sembolên wan bi destê Wezareta Karên Hundir jî wiha nirxand:  “Bi ser de piştî giştînameya qedexeyê bi ser malên mirovan de girtin, ew dadgeh kirin û cezayê pereyan li wan birrîn. Polîsan qîma xwe bi vê jî neanî, weke di bûyera Ulî Bez de, ji ber ku nûçeya ku bi ser malê de girtine li ser hesabê xwe yê Facebookê par ve kiriye, lêpirsîn li ser hatiye vekirin û hate dadgeh kirin.”

Tenê erdogan kêf xweş dibe

Parêzer Hartmut Waechtler got, lêpirsîn, darizandinên ji bo alayên YPG-YPJ’ê li Elmanyayê kêfa kesî nayîne û wiha dewam kir: “Di biwara van lêpirsîn û cezayan de tenê kesek kêfxweş dibe, ew jî Erdogan e ku li Sûriyeyê êrişên çekdarî dibe ser Kurdan.”

 

ANF / MUNCHEN