
Li Herêma Kurdistanê her ku diçe bertekên li dijî axaftinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî yên li dijî hebûna PKK’ê li Şengalê zêde dibin. Têkîldarî mijarê Parlamenterê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê Mehmûd Reza, Parlamenterê Goran yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê, Şiwan Dawidî û Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf nerazîbûn nîşandan û ragihandin ku PDK dixwaze bi derxistina aloziyê û şer pirsgirêkên giran ên li herêma Kurdistanê tên jiyîn bide jibîr kirin.
Parlamenterê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê Mehmûd Reza sedema helwesta PDK’ê bi van gotinan rewa kir; “Ew pirsgirêkên di navbera PDK’ê û PKK’ê de bi van daxuyaniyan çareser nabe. Tirsa min ewe ku zextekî zêde ya Tirkiyeyê li ser PDK’ê hebe û şerekê derbêxin. Bi vî şerê ji hezekê zêde ya leşkerên Tirk bê Herêma Kurdistanê û xwe bi cih bikin.”
Der barê sûdên PDK’ê di şerekî navxweyî yê li Şengalê li gel PKK’ê de Reza wiha got; “Tirsa min ya din ji ewe ku pêwîstiya PDK’ê bi şerekî wiha hebe. Ji ber ku ew pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê heyî ji bîra gel bibe. Xwezaya vê partiyê gelek metirsîdar, pêwîste partiyên din yên Herêma Kurdistanê zextan li ser PDK’ê bikin ji bo dev ji vî karê xwe berde.”
Der barê derketina şerekî wiha de ka wê kî sûd bigre de Parlamenter Mehmûd Reza wiha got; “Tenê wê bazirganiyên şer sûdê ji vî şerî bigrin. Li cihê din wê hemû alî zererê bikin.”
Şêrko Heme Emîn: Bêberpirsyarî ye

Parlamenterekî din ê tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, di derbarê axaftinên Nêçîrvan Barzanî de got: “Ji bîra me neçûye ku ew hêzên berê niha li Şengalêbûn, çawa paşvekişiyan û gelê Êzidî bi tenê hiştin. Ji ber vê jî gel di qirkirinê re derbasbûn, keçên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, di bazaran de hatin firotin.”
Emîn li hember van daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî, ji ajansa me re axivî û got: “Hîn ji bîra me neçûye, ew hêzên beriya komkujiyê li Şengalêbûn, çawa gelê Êzidî bi tenê hiştin ku di qirkirinê re derbasbûn.”
Parlamenterê Goran Şêrko her wiha diyar kir, çawa hemû hêz bihevre li dijî terorîstan şerkirin, divê bi heman şêweyê bihevre beşdarî qonaxa dawî ya qedandina DAIŞ’ê jî bibin û berjewendiyên me yên netewî esas bigirin û wiha pêde diçe: “Nabe ku ti hêzeke Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî PDK tevlî konsepteke wiha ku ji aliyê Tirkiye ve hatiye diyarkirin bibe. Em vê helwestê şermezar dikin.”
Di dawiya axaftina xwe de jî parlementerê Goran Şêrko got: “Rêya çareseriyê ya herî baş guftugokirine. Dibe ku çareseriya herî maqul jî lidarxistina kongreya netewî be, ji bo bi stratejiyeke netewî bikarin qonaxa dawî ya DAIŞ’ê derbas bikin.”
‘Ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê ye’
Endamê Parlementoya Iraqê yê YNK’î Şiwan Dawidî bal kişande ser gefên Nêçîrvan Barzanî yên li dijî PKK’ê û got; “Ev gef ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê yên ku der barê firotina bîrên petrolê yên ji bo Tirkiyê de eşkere kirine.”
Têkildarî belgeyên Wîkîleaksê Dawidî ku ji ajansa me re axivî, got; “Nûçeya Wîkîleaks a firotina bîrên petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê, ji bo me ne tiştek xerîbe. Ev jî di demekî de ye ku çend kesayetên siyasî, hizbî, parlamenter û bi taybetî aliyê PDK û Eniya Tirkmenan tirs û ne aramî xiste nav welatiyên bajarê Kerkûkê.”
Şiwan Dawidî wiha jî got; “Ez van kiryaran şermezar dikim ku bûne sedema alozkirina rewşa giştî û bi taybetî bajarê Kerkûkê. Ez ji Lijneya Petrol û Wezareta Jêderên Xwezayî ya girêdayî Parlamentoya Iraqê taqez li ser mijarê lêkolîn bide destpê kirin. Her wiha li ser dengdana li ser bûdceya Iraqê û redkirina wê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.”
‘Şengal firotin’
Piştî Wîkîleaksê belgeyên firotina petrol herêma Kurdistanê eşkere kir Endama Sekreteriya YNK’ê Blêse Cefer Ferman got: “Şengal hate firotin, keçên me li bazaran hatin firotin, hêsan e ku petrolê jî bifiroşin.”
Blêse Cebar Ferman duh li ser tora civakî ya Facebookê daxuyanî da û wiha got: “Gelek asayî ye, Şengal firotin, keçên me li bazaran hatin firotin, dixwazin çekên me jî bifiroşin Tirkiyeyê û şerê PKK’ê bikin. Erdnîgariya me bi erzanî firotin, ev navçeyên ku bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin, dixwazin piştî rizgarkirina Mûsilê radest bikin, bifiroşin. Gelek hêsan e ku petrol û xaka me jî bifroşin.”
Ferman destnîşan kir ku li ser behra petrolê dijîn, bi belaşî didin cîhanê, lê mixabin ji bo gelê Kurd petrol nîne.
‘Gefên Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tên’
Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û daxuyaniya ‘Divê PKK ji Şengalê derkeve’ ya Nêçirvan Barzanî nirxand.
Hesaf da xuyakirin, ku di rewşa heyî de dijminên Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan komployên nû dikin û dixwazin têkoşîna Kurdan pûç bikin.
Hesaf destnîşan kir, banga KCK’ê ya ji bo yekîtî û kongreya neteweyî, bi rastî jî bangeke pîroz e û wiha dewam kir: “Weke tevger em jî tevlî vê dibin û pêwîstiyê bi vê dibînin. Pêwîste dengê tevahiya gelê Kurd bigihêje vê kongreyê û hemû partiyên Kurd tevlî vê kongreyê bibin.”
Hesaf bal kişand ser daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yên li ser Şengalê, ku piştî banga yekîtiya neteweyî ya KCK’ê hate dayîn û destnîşan kir, daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî cihê xemgîniyê ne û nayên qebûlkirin.
Hesaf got, “Her kes dizane bê kê Şengal rizgar kiriye. Lê îro Nêçirvan Barzanî radibe dibêje ‘Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê hêzê li dij bi kar bînin’. Gotinên bi vî rengî bi kêrî dijminên Kurdan tên. Em van daxuyaniyan rast nabînin û qebûl nakin.”
HEWLÊR / SILÊMANÎ / QAMIŞLO