Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo êrişên bi armanca qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê got: “Êriş mezin e. Li hemberî wî berxwedan jî mezin e. Teqez serketinê bi berxwedanê be.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser pêvajoyê û rewşa êrişan ji Ronahî TV re axivî, anî ziman ku armanca dewleta Tirk bi temamî dagirkirina herêmê ye û got, wê heta dawî li ber xwe bidin û êrişan pûç bikin.
Hin beşên axaftina Mezlûm Ebdî weha ne:
Şer kete roja 8’an. Êrişên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Suriyê dewam dikin. Ev êrişeke mezin e. Ev heşt sal in ku Rojava dikin hedef. Ev saleke jî bi berfirehî amadekarî ji bo êrişê kirin. Ev 8 roj in (ji bo pêr dibêje) şerekî pir mezin tê meşandin. Destpêkê Serêkaniyê û Girê Spî kirin hedef û xwestin bi vî awayî pêş bikevin. Heya niha berxwedaneke dirokî tê dayîn. Ev şer wê dewam bike. Dewleta Tirk hêza xwe hemû tang, top, balafirên şer û keşfê tevlî vî şerî kirine. Bi hedhezaran çeteyên ji Idlib, Efrîn, Ezaz û herêmên din anîne li dijî me didin şerkirin. Dewleta Tirk çeteyên ku berê li Reqa, Dêrazor û herêmên din şer kirine niha li dijî me dide şerkirin. Li hemberî êrişên hovane yên Tirkiyê hemûyan şervanên me yên ji pêkhateyên cuda (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen) berxwedanek bê hempa didin. Piştî berxwedaneke mezin hêzên me xwe ji Girê Spî vekişandin. Lê niha li Serêkaniyê berxwedanek dirokî tê meşandin. Tevî evqas êrişan jî şervanên me berxwedaneke destanwarî didin meşandin. Ev jî cihê teqdîr û rêzgirtinê ye.
Eger DYE sozên xwe pêk neyne em ê weke xiyanet bi nav bikin
Em dikarin bi yek gotinê bêjin DYE sozên xwe pêk neanî. Beriya ev êrîş dest pê bikin makanizmaya ewlekariyê hatibû çêkirin. Ev dihat bi cih anîn. Ji nişka ve dewleta Tirk ev da aliyekî biryara êrişê da. Li hemberî vê helwesta Amerika lawaz bû bi pabendiyên xwe ranebû. Got, “ez nikarim bi dewleteke di NATO´yê de ye şer bikim.” Li aliyê din hevalbendê xwe yê ku ev bi salane pêk ve li dijî DAÎŞ’ê şer dikin ne parast. Ji bo wê em dikarin bêjin Emerika bi pabendiyên xwe ranebû. Ev jî rewşeke ne baş bû. Me bi awayekî vekirî ji hemû yan re got. Ew jî vê kêmaniya xwe dipejirînin. Yên ku bi me re kar dikin vê qebul dikin û nikarin înkar bikin.
Em dikarin bêjin ji bo berjewendiyên Emerika bi Tirkiyê re xera nebin, ji bo endamtiya Tirkiyê ya NATO´yê negihê asteke xeter, herêmên niha şer lê tê kirin feda kir.
Eger ku vî şerî nede sekinandin, sozên ku niha dide pêk neyne, em ê wekî xiyanet pênase bikin. Ev xiyanet li gelê Kurd, hêzên me û gelê herêmê hatiye kirin. Me ev bi vekirî ji her kesê re gotiye.
Paşeroja DAIŞê em ê diyar bikin
Lihevhatina me bi Emerikayê re di çerçoveya li dijî DAÎŞ’ê de hîn dewam dike. Bi şêwazekî fermî ne qediya ye. Piratik jî hîn heye. Emerika jî hîn ne ragihandiye ku lihevhatina xwe bi QSD’ê re xilas kiriye. Ji ber mijara DAÎŞ‘ê mijareke ku gelên herêmê û cihanê eleqeder dike. Niha di destê me de nêzî 12 hezar girtiyên DAÎŞ‘ê û malbatên wan hene. Hîn xeteriya DAÎŞ‘ê dewam dike. Ev mijarên ku li ser were sekinandin û çareserkirin. DAÎŞ’ê daxuyanî da ku wê têkoşîna xwe xurttir bikin.Yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ carek din xurt bibe. Em ê li dijî DAÎŞ‘ê sazî û gelê xwe biparêzin. Niha gelek kes behsa girtiyan dikin, dibêjin wê dewleta Tirk an jî rejîma Surî werin vê herêmê rêve bibin. Ev ne gengaze ku em bipejirînin. Paşeroja DAIŞ’iyan em ê diyar bikin. Me ew girtine, li gel me ne. Ti kes wê biryara wê nede, em ê bidin. Ger ku dewletên me bi hev re xebat kirî, bi me re bimînin em ê bi hev re biryara wan bidin. Ji derveyî wê em ê bi ti kesî re neçin biryaran.
Me ji Trump re got sozên xwe bi cih bînin
Serokê Emerîkayê Donald Trump telefonî me kir û xwest bi me re biaxive. Alikarê wî û gelek senetorên din amadebûn. Naveroka hevdîtinê li ser rewşa heyî bû. Xwestin bêjin ka em dikarin çi bikin. Me carek din xwestekên xwe ji bo wan got. Em niha xebateke hevbeş bi rejîma Suriyê re dimeşînînin. Me biryar girt ku em li dijî artêşa Tirkiyê xebatek hevbeş bimeşînin. Rusya jî alikariya rejîma Suriyê dike. Emerika di hevditinê de got “em ne li dijin ku hûn bi rejîma Sûrî û Rûsyayê re parastina xaka xwe bikin. Em vê biryarê destek dikin.” Yek ji wan biryarên ku me girtî ew bû. Xalekî bingehîn ku me ji wan re got divê hun vî şerî bidin sekinandin.
Bi rejîmê re lihevkirina me leşkerî ye
Di rastiyê de gava me avêtî gaveke zerûrî bû. Em mecbur bûn, ji bo em bikarin pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigrin. Ev ne tifaq bû, dikarin bêjin ji hev fêmkirin bi Erebî em dibêjin “tefahumek” hate çêkirin. Li ser xetên giştî li hinek nuqtan me li hev kir. Em ê bi hev re li dijî van êrîşên dewleta Tirk bisekinin, ji bo ku artêşa Tirk axa Sûriyê dagir neke. Aliyê Rusya jî tê de hebû em dikarin bêjin civîna me sê alî çêbû. Yanî em bûn, rayêdarên dewleta Sûriyê bûn, fermandarên Rusya yên li Surî bûn… Me qebûl kir ku artêşa Sûrî bi QSD re li dijî dewleta Tirk raweste û sînoran biparêze. Herî kêm em bêjin nehêlin hinek cihên dewleta Tirk lê pêş bikeve yanî cewherê xwe ev e…
Rûsya garantorê vî karî ye. Niha yê ku dikare êrişa dewleta Tirk rawestine, du hêz in Emerîka û Rûsya ne. Emerîka rewşa xwe diyar e. Xwe ji vê herêmê vekişand. Ji ber ku Rûsya alîgirê rejîma Sûriyê ye, divê bi hev re li dijî êrîşan bisekinin. Halî hazir rewş ev e. Yanî lihevhatinek leşkerî ye.
Bangewaziya me ev e; her kes, her Kurd li ku derê dibe bila bibe, partiyeke siyasî li ku derê dibe bila bibe pêwîst e ku di vê mijarê de helwesta xwe eşkere bike. Çi nakokiyên wan hene bila hebin, lê divê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê re, ji şervanên YPG-YPJ’ê re diyar bikin û li derdora berxwedana Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî kom bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN