Ciwanê Êzidî yê bi navê Emîn Saleh di roja yekem a cejna Remezanê de li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Sazî û rêxistinên Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin da ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe zelal bike.

Daxuyaniya sazî û rêxistinên Şengalê wiha ye; ”Nêzî 5 sal in ku xelkê me ji ber êrişa çeteyên DAIŞ‘ê li ser axa xwe koçber e, û li tevahiya cîhanê belav bûye. Bi taybetî li Herêma Kurdistanê her ku diçe rewşa xelkê me yê di nava wargehan de ber bi nexweşiyê ve diçe. Rêxistinên ku xwe weke rêxistinên mafê mirovan bi nav dikin jî bi erkên xwe ranabin. Ji ber wê jî xelk neçar dimîne ji bo debara xwe karê çandiniyê bike, lê di dema kar de dibin hedefa êrişan. Yê herî dawî bû hedefa êrişan û bû qurban, zarokê Êzidxanê Emîn Saleh bû. Ew dema li ser karê xwe bû, artêşa Tirk a dagirker ew kuşt. Emîn Saleh ji ber hovîtiya DAIŞ’ê koçberî Başûrê Kurdistanê bibû.

Bi erkên xwe rabin

Em wek sazî û rêxistinê civaka Êzidî yên li Şengalê, bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin êdî helwesta xwe diyar bikin. Heya kengê wê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng bin. Bi taybetî ev bûn çend car mirovên me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên qetilkirin û heya neha tu doz lê ne hatiye kirin.

Heta kengî em ê bên qetilkirin

Lazime hikûmeta Iraqê der barê qetilkirina ciwanê Êzidî Emîn Saleh de bang li balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê bike. Ji ber ku par jî bi heman awayî Mahîr Elî Zaxoyî jî li nava baxçe, hatibû qetilkirin. Mahîr ê 12 salî di rojek girîng a salvegera fermana 73’an de û Emîn Saleh jî di roja yekem a Remezanê de hate qetilkirin.”

 ROJNEWS/ŞENGAL