Di daxuyaniyê de hate gotin ku helwesta Desteya Bilind a Kurd nûnertiya hemû gelê Kurd ê ku beşek sereke ji şoreşa Sûriyeyê ye dike û ev tişt hate gotin:" Em wekî Kurd ji destpêka şoreşa gel li Sûriyeyê bi nûnertiya Desteya Bilind a Kurd tevî şoreşê bûn, em bûn beşek sereke ji şoreşê, me karîbû piraniya herêmên xwe rizgar bikin, li ser esasê dîroka xwe me karîbû bibin û bimînin beşek sereke ji şoreşa gelê Sûriyeyê. Me herêmên xwe ji rêjîma Baas paqij kirin û ne tenê gelê me bi hezaran koçberên bajarên Sûriyeyê ên wekî Izaz, Darit Iza û Til Rifet jî di herêmên me de xwe bi cih kirin."
'Çete ala şoreşê hildigrin'
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola neynî ya hin hêzên ku dixwazin tevliheviyê di nava hêzên şoreşê û pêkhateyên Sûriyeyê de derxin û wiha pê de çû: " Ewlehiya herêmên Kurda ne xweşiya hin hêzên dijî şoreşa gel derketin, bi taybet kesên ku li ser xwîna şehîdan berjewendiyên xwe dimeşînin û têkilî bi hêzên derveyî re saz kirin, zext li hêzên hindir û derve re kirin da ku herêmê ber bi şerekî nav xwe yî bibin. Komên çete ala şoreşê hildigrin û li ser navê şoreşê têdikoşin, ji ber vê yekê em bang li hemû hêz û şoreşgerên Sûriyeyê dikin ku helwesta xwe dijî van koman zela bikin û bi taybet ji bûyerên revandina sedan mirovên sivîl, hiştina cenazeyan di qadên şer de, girtina jinan û gef xwarina li welatiyan helweta cidî were nîşan dan. Binpêkirina nirxên gelê Kurd, tê wateya binpê kirina şoreşa Sûriyeyê û bêdengiya dijî van kiryarên tê watiya paşvekişîna ji nirxên şoreşê."
EFRÎN