Ji rêveberiya Kantona Girê Spî, Sebrî Mistefa: “Em, gelê Girê Spî di şerekî muhtemel de, em ê xwe û xaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî em ê destûrê ji kesî nexwazin. Ev yek gotina me ya dawî ye.”

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî, Sebrî Mistefa ji hêzên navneteweyî xwest ku li dijî gefên dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin û êdî bazarê li ser gelên herêmê nekin.

Hewldanên dewleta Tirk ên di bin navê ‘herêma ewle’ de ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û çalakiyên mertalên zindî yên gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Li Girê Spî ku dewleta Tirk li hemberî wê leşker û çekên xwe zêde kiriye, gelên herêmê bi rojane kon vedane û çalakiya mertalên zindî dikin.

Li Girê Spî ku 15’ê Hezîrana 2015’an ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hate rizgarkirin, gelên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi rêveberiya hevpar bi rengekî demokratîk bajarê xwe bi rê ve dibin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxandin û diyar kir ku ew ê dagirkeriyê bi ti awayî qebûl nekin.

Herkes hemfikr e sedema krîzê Tirkiye ye

Sebrî Mistefa bal kişand ser karakterê dagirkerî û mêtingeriyê ya dewleta Tirk û destnîşan kir ku ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kiriye û vir ve, sedema herî mezin a ku Sûriye ketiye vê rewşê, dewleta Tirk e.

Bi hizira xwe, Sebrî Mistefa mîna gelek kesan difikire, “Ji roja ku krîza Sûriyeyê dest pê kiriye û vir ve, (dewleta Tirk) bi roleke nerênî tevdigere û bi her awayî destekê dide çeteyan. Dema ku DAIŞ li vê derê bû sînorê wan heta dawiyê li DAIŞ‘ê vekirî bû û bi her awayî bazirganiya çekan, cebilxaneyê û çûn û hatina çeteyên DAIŞ’ê dihat kirin.”

Tirkiye di şer de li çareseriya krîza xwe digere

Mistefa diyar kir, piştî ku bajar ji DAIŞ‘ê hate paqijkirin, wan sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelan li herêmê ava kiriye û got, dewleta Tirk vê yekê weke gefekê li dijî xwe dibîne.

Mistefa got, “Dewleta Tirk çawa ku Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn û Îdlib dagir kir, dixwaze vê herêmê jî dagir bike û demografiya wê biguherîne. Mînaka Efrînê li ber çavan e. Dinya dibîne ka li Efrînê çi dikin.”

Mistefa îşaret bi krîza li Tirkiyeyê kir û weke armanca hewldanên dagirkieriyê yên Tirkiyeyê jî elaqedarî vê krîzê got, “Dewleta Tirk li hundir û derve gelekî tengav bûye. Ji aliyê aborî, siyasî û polîtîkaya derve ve dewleta Tirk tengav bûye. Çareseriya vê jî di şer û dagirkeriyê de dibîne.”

Divê koalîsyon helwêsta xwe diyar bike

Sebrî Mistefa destnîşan kir ku gelên herêmê gefên tên xwarin cidî dibînin, naxwazin aramiya piştî paqijkirina herêmê ji DAIŞ’ê, bê têkbirin.

Wî xwest koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê helwêsta xwe diyar bike û li dijî gefên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa diyar kir ku dewletên mezin divê li ser wan hesaban nekin û got, “Me tevî koalîsyona dijî DAIŞ’ê şerê DAIŞ’ê kir û di warê leşkerî de me DAIŞ têk bir. Lê belê dewleta Tirk niha gefan dixwe. Hêzên navneteweyî jî li pêşberî vê yekê bêdeng in. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, lê belê em ji bo her kesî têkoşiyan. Ji ber vê yekê em ji wan hêvî dikin ku helwêsta xwe diyar bikin, wezîfeya xwe ya exlaqî û wijdanî pêk bînin.”

Em ê xwe biparêzin

Sebrî Mistefa di dawiyê de îşaret bi biryardariya ji bo parastina destketî û xaka xwe ya gel kir û got, “Em, gelê Girê Spî di şerekî muhtemel de, em ê xwe û xaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî em ê destûrê ji kesî nexwazin. Ev yek gotina me ya dawî ye.”

ERSÎN ÇAKSÛ / ANF / GIRÊ SPÎ