Helwêsteke hevpar a Rûs û Tirk!
North Press Agency agahiyên xwe spartin çavkaniyên hay ji meselê heyî yên ji "Hêzên Ewlekariyê" û got, Rûsya, dewleta Tirk û Îranê li hev kirine ku li hawîrdora Eyn-Îsayê zextê li QSD´ê bikin û êrişên dijwar bidin destpêkirin.
Bi vê nûçeyê re jî li seranserê xeta bereyê ya di navbera dagirkeran û hêzên QSD´ê de topbaranê dest pê kir.
Ajans dibêje, çavkaniya wê ji nava hikûmeta Sûriyê ye. Li gorî wê beriya bi 3 rojan Rûs û Tirk li gundê Kor Hesen ê li Grê Spî civiyane.
Rayedarê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî li ser meseleyê ji ajansê re gotiye, "Tirkiye hewl dide helwêsta Rûsya û Îranê bîne ser ya xwe li dijê hebûna Rêveberiya Xweser. Welê diyar e ku Rûsyayê xwe li ber zexta dewleta Tirk negirtiye û Îran û Şam jî destekê didin helwêsta Tirkiyeyê. Li aliyê din, doh hinek balafirên nenas li Serêkaniyê û Girêspî li hedefên dewleta Tirk dan.” QAMIŞLO