Partiyên siyasî û parlamenterên bûne hedefa gefan ji Merkel dixwazin, helwesteke zelaltir nîşanî Erdogan û alîgirên Qesrê bide.

Di dengdana 2’ê Hezîranê ya li ser pêşnûmeyê de, tevî ku çend ji 11 parlamenterên ji Tirkiyeyê ne amade bûn jî, gef li hemûyan tê xwarin. Tayyîp Erdogan û AKP’yî gefê li van parlamenteran dixwin û ji bo ‘îspatkirina Tirkbûyîna xwe’ dixwazin testa xwînê bikin. Ev gef û şantajên Erdogan û alîgirên wî yên li hemberî parlamenteran dewam dikin.

Li hemberî van gefan Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û sûcdariyên ‘terorîzm û xiyanet’ ên ji aliyê Erdogan ve hatin kirin, weke ‘nayê fêmkirin’ pênase kiribû. Ev helwesta Merkel a naxwaze hevkariya li ser mijara penaberan winda bike, tê şermezarkirin.

Rêvebera Koma Keskan a Meclîsa Federal Brîtta Hasselmann rexne li Merkel girt, ku li pêşberî gefên li parlamenterên Tirkiyeyê tê xwarin 2 rojan bêdeng ma. Hasselmann da xuyakirin, ku ew ‘nerazîbûna sivik’ a Merkel fêm nake û destnîşan kir, divê li hemberî gefên ji Tirkiyeyê tên helwesteke zelal nîşan bide.


Annen: Erdogan zêdegaviyê dike

Hevparê koalîsyonê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî nerazîbûn nîşanî vê helwesta ‘nerm’ a Merkel da. Ji parlamenterên SPD’ê yê ji polîtîkaya derve berpirsyar Nîels Annen diyar kir, daxuyaniya Erdogan ‘zêdegavî’ ye û ne ya qebûlkirinê ye. Annen da xuyakirin, ku ev yek di warê têkiliyên her du aliyan de barekî giran e û da zanîn, divê Serokwezîr Merkel bi xwe vê rewşê bilêv bike. 


Mûtlû: Gelek kes bi vî rengî mirin

Teşhîrkirina wekîlên ji Tirkiyeyê ya bi rêya înternetê alîgirên Erdogan û hikûmeta wî ve tê kirin, dibin sedema fikaran ku rê li ber kuştinan veke.

Parlamenterê Partiya Keskan Ozcan Mûtlû, tevî ku beşdarî dengdana li Meclîsa Federal nebû jî gef li wî jî hat xwarin. Mûtlû da xuyakirin, ew bi fikar in ji ber van propagandayên reşkirinê ‘hin kesên dîn bikevin nava tevgerê’. Mûtlû ji qenala ARD re axivî û got, “Li Tirkiyeyê gelek kes bi vî rengî mirin.”

Fikar hene, parlamenterên ji Tirkiyeyê bibin hedefa êrîşan. Li gorî îdîaya Spîegel Onlîne, yekîneyên ewlekariyê yên Elmann bi hin parlamenteran re têkilî danîne û ji wan pirsîn e ku daxwaza parastinê dikin yan na.

Tê gotin, ji bo Hevserokê Keskan Cem Ozdemîr ê beriya niha bûbû hedefa gefên hin Îslamiyan, neteweperestên Tirk û nîjadperestên Elman, tedbîrên ewlekatiyê hatine zêdekirin. 


ANF/BERLÎN 





Ji Erdogan planên nû!


Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin got ku Enqere li hemberî biryara erêkirina meclîsa Almanya ya derbarê komkujiya Ermeniyan de, planek amade kiriye. Kalin di civînek çapemeniyê ya li Enqereyê de diyar kir ku Tirkiye hin pilanên pêwîst li dijî Berlînê gotubêj dike. Kalin da zanîn ku dema pilan hat amadekirin dê ji serokwezîr û serokomar re bê şandin, lê derbarê planê de zanyariyên zêdetir negotin. Erdogan di dema serdana xwe ya rojhilatê Afrîqayê de ragihandibû ku dema ew vegere Tirkiyeyê wê ”pilanan” li dijî Almanya çêkin, lê tu zanyariyên zêde di vê çarçovê de nehatin ragihandin. 


 ENQERE