M. ZAHÎT EKÎNCÎ


Ajanê Îstîxbarata Tirk MÎT´ê Mehmet Fatih Sayan  li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê dewam kir. Cîhan Erol a ku derxistibû holê Sayan ajanê MÎT´ê ye û agahî belge gihandibûn rojnameya me doh weke şahid îfade da. Erol derbarê peywendiya Sayan a bi MÎT´ê re agahiyên kite bi  kite dan û got, ji ber ku wê jî qebûl nekiriye bi MÎT´ê re bixebite rastî şideta fizîkî û cinsî hatiye.

Elemanê MÎT´ê Mehmet Fatih Sayan bi nûçeya 15´ê Çiriya Paşîn a par a di rojnameya me de bi ser nivîsa “Fatih Sayan û koma wî xwe ji kuştinê re amade dikir” hatibûş îfşakirin. Sayan ji 15´ê Kanûna par ve jî girtiye. Doza li dijî sayan a bi sîxurtiya ji bo MÎT´ê jî 7´ê Îlonê dest pê kiribû. Di rûniştina li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê doh Cihan Erol weke şahid îfade da. Erol a bi tedbîrên parastinê digere, di dema îfade dayînê de jî bi refaqeta polîsan hat parastin. Ajanê MÎT´ê Sayan jî di dozê de amade bû.


Bi caran şideta fizîkî û cinsî

Derket holê ku ajanê MÎT´ê Mehmet Fatih Sayan gelek caran şideta fizîkî û cinsî li dijî Cîhan Erol a bi wî re dima, bi kar aniye. Cîhan Erol a ku weke şahid îfade da, her weha da zanîn ku Sayan pêşniyazî wê kiriye di berdêla 5 hezar euroyan de ajantiyê ji MÎT´ê re bike. Ji ber ku wê ev yek qebûl nekiriye, Sayan bi dehan caran lê xistiye û dest avêtiyê.

Cîhan Erol da zanîn ku wê Fatih Sayan sala 2013´an di hevpeyvîneke ji bo kar de nas kiriye û wiha dewam kir: “Dema ku ji bo karê li Denge TV bi pêdivî bi kesekî çêbû, em pê re peyivîn. Piştî ku dest bi kar kir jî xwe weke berpirsê koma derve ya televizyonê da nasîn. Gera me ya yekem ji bo Başûrê Kurdistanê bû. Li ser daxwaza Sayan me li Wargeha Mexmûrê dîmen girtin. Wî digot li wargehê rêveberên PKK´ê hene. Di rewşa normal de kameraman dîmen digirtin, lê li vir wî dîmen girtin. Gelek pereyên wî yên çavkaniya wan nediyar hebûn.

Wî digot, ew dixwaze şûbeyeke Denge TV li Ewrûpayê veke. Wî digot vê şûbeyê ew ê li bajarê Holanda Arnheimê veke.”

Cîhan Erol îşaret bi nêzîkbûneke di navbera xwe û wî de dike, lê dibêje, wî bi zorê, tacîz û destavêtina cinsî a bi xapandin û danvexwartina hin madeyên hişbir ew bi xwe ve girê daye û gef li wê xwarine û wê 3 sal û nîvan xwe li vê şidet û gefxwarinê ragirtiye. Erol wiha dewam kir: “Sayan ez bi kar anîm. Ez bi xwe re xiriqandim her cihê çûyê. Li Tirkiyeyê ez weke asîstana xwe û li Ewrûpayê weke hevjîna xwe didam nasîn. Tevî ku ez li ber rabûm jî bi caran dest avêt min.”


Ji bo xwe bigihîne armanca xwe çû Bremenê

Cîhan Erol dibêje, piştî ku ew li Hannoverê bi cih bûne, bûne mêvanê Yuksel Koç û li wir, Mehmet Fatih Sayan gotiye, ew ji bo Denge TV dixebite û Koç jî gotiye, ez dikarim bi te re bibim alîkar. Erola da zanîn ku paşê jî li Komeleya Bratî ya li Bremenê Sayan bi Yuksel Koç hevpeyvînek kir. Ji ber ku Yuksel Koç paşê hew zêde berê xwe daye Sayan, Sayan vê carê jî li Bremenê xwe nêzî xizmên Koç kiriye. Cîhan got, Sayan timî gotiye ew endamê MÎT´ê ye û li Enqereyê jî dema ew pê re şûye wir, ew li otelên Luks mane; li ser israra wê wî jê re gotiye ew li Enqerê bi elemanekî MÎT´ê yê bi navê Tewfîq re rûniştiye.


Ne ajanekî ji rêzê ye

Cîhan Erol di îfadeya xwe de got, du komputerên Syan hebûn ku ji her kesî vedişartin. Wekî din piştî ku Sayan hew ji Denge TV re xebitiye jî ji mirovan re gotiye ew dixebite û dîmenên wan girtine. 

Erol dibêje, dema ku wê ji Syan re gotiye, MÎT mirovan bi kar tîne û diavîje wê jê re gotiye, ew ne ajanekî ji rêzê ye, û gotiye, „Ez ne wisa ajanekî ji rêzê me ku min biavêjin quncikekê. Ji min re got, ew bi gelek tiştan dizane û ji bo MÎT´ê kesek e ku dest jê nebe. Bi caran ji min re got, armanca min a sereke berhevkirina agahiyan li ser siyasetvanên Kurd e.”