Bjk. Huseyîn Koçer jî yek ji wan gêrîlayên ku li çiyan fêrî bijîktiyê bûye û di şer de pratîk kiriye. Bijîk Huseyîn di nava gerîlayan de weke Dr. Hûseyîn tê nasîn. Dr. Huseyîn li gelek qadên şer lê heyî maye û karê bijîktî kiriye.
Dr. Hûseyînê ku ji Dêrika Hemko ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye da xuyakirin ku ew piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a sala 1999’an tevlî nava refên gêrîla bûye.
Di sala 2003’an Dr. Huseyîn bi komek ji hevalên xwe re, ji bo ku li Bakûrê Kurdistanê û di nava şer de bijîşktî bikin hatine perwerdekirin. Piştî ku perwerdeya bijîktiyê diqedîne, derbasî qada Gabar ya girêdayî Botanê dibe. Dr. Huseyîn di nava gotinên xwe de da xuyakirin ku wî li Bakûr her karek daye meşandin û ji me re wiha qala serboriyên xwe dike; “Bi taybet di nava pevçûnan de û di çalakiyan de min destwerdana yekemîn dikir. Gava ku heval birîndar dibûn, li gorî derfetên me yên heyî min destwerdana birîndartiya wan dikir.”
Dr. Huseyîn diyar dike ku xizmetkirina herî mezin ew e ku di rewşên birîndartiyê de tu hevalên xwe ji mirinê rizgar bike û dibêje; “Gava ku em derdiketin pratîkî me tedbîrên xwe digirtin û me li gelek cihan derman vedişart.”
Dr. Huseyîn di nava şer de hem gêrîlayetî dike hem jî bijîşktî dike. Çeka wî li milê wî ye û çentê wî yê dermanan jî li pişta wî ye, di her rewşeke awarte de destwerdana birîndariya hevalên xwe dike. Janên hevalên xwe parve dike û li qêrîna wan guhdar dike, lê belê armanca wî ew e ku birîna hevalên xwe rehet bike. Rexmê hemû şert û mercên zor û zehmet jî, Koçer bijîktî û gêrîlayetî bi hev re dide meşandin.
DUNYA PALE/ANF/BENDÎNAN