ESRA SOLÎN DAL MA/ÎZMÎR Dîlaver Keklîk ê 61 salî piştî 27 salan, 7’ê Tîrmehê ji zindana Odemîşê derket. Keklîk, di sala 1993’yan de bi îdiaya ”endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Keklîk qala wan deman û îro kir: Li nezaretxaneyê 15 rojan êşkence li min kirin. Eskerê ku li wir ez îşkence kirim, li dadgehê dadger bû. Wê demê carekê banda li ser çavê min vebûbû, min wê çaxê ew dîtibû. Hevalên me yên di girtîgehê de tenê daxwazek wan heye, ew jî demokratîkbûn û azadîbûna Tirkiyeyê ye. Dîsa jî mafên bingehîn ên di qanûna bingehîn de wekî îşkenceyê dan ber me. Lê dîsa hevalên me tu carî ji rûmet û helwesta xwe tawîz nedan. Ev berxwedan hê jî didome.” Keklîk, destnîşan kir ku divê girtî bi tenê neyên hiştin û got, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye.