Nûnerên rêxestinên sivîl ên civakî li ber Şaredariya Sûrê ya Amedê kom bûn û hatin Postexaneya Sûrê, li vir daxuyanî dan. Li ser navê rêxistinan Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û got ku êrîşên dewleta Îranê yên ku mafên jiyanê yên mirovan û xwazeyê hedef digire derveyî peymanên navneteweyî ne û li dijî danezanên navneteweyî ne. Bîlîcî wiha berdewam kir: "Di encama êrîşên dewleta Îranê ya li dijî axa Herêma Qendîlê ya di 16'ê Tîrmehê de daye destpêkirin de herêmên ku sivîl dijîn kiriye hedef û gelek sivîlan jinaya xwe ji dest dane. Bi hezaran kesan jî cih û warên xwe terikandine."
Bîlîcî da zanîn ku ev êrîş weke Helepçeya duyemîn dixuye, ji ber vê yekê bang Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û xwes berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Piştî daxuyanîyan Abdullah Karahan li ser navê Sekreteriya Aborî ya Navenda Egîtîm Senê mafê axaftinê girt û wiha got: "Îran a faşîst di meheke pîroz de li hemberî gelê kurd ê qedîm êrîş dike. Em vê êrîşê qebûl nakin."
Piştî axaftinan nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî çûn Postaxaneya Surê û ji Serokwezîrtî, Serokomarî, Sefaretxaneya Îranê û Konseya Neteweyên Yekbûyî re faksên protestoyê hate şandin.

Karsazên Başûrî: Divê Kurd bibin yek
Serokê Komeleya Karsazên Herêma Federal a Kurdistanê Êrîş M. Altayyar jî  li dijî êrîşên arteşa Îranê yên li dijî başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got ku ew armanca van êrîşan dizanin û wiha berdewam kir: "Her kes rastiyê dizane ku komara Îslamî ya Îranê ji ber çi sînorên Kurdistanê topebaran dike. Lê tişta di vir de gelo bersiv nedayina me ji bêdesthilatiyê ye yan na, ev nediyar e. Ji ber ku heta niha desthilatiyê dest nedaye ku em bixwe xwe biparêzin. Mijara din jî gelo di navbera Tirkiye, Iraq û Îranê de tifaqek heye?" Altayyar di berdewama axaftina xwe da balkişand ser dewleta Tirkiyeyê û diyar kir ku û got ku divê nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê neyê jibîrkirin, ji ber ku Tirkiye hevkarî vî şerî ye.
Altayyar bal kişand li ser kuştinên sivîlan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sê hefte ne ku ev topebaran berdewam dike. Li dijî vê gelek xwepêşandan jî li ber seferetxaneyên Îranê hatin kirin, lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn an jî çareseriyek nehatiye dîtin. Li gorî min ne bersivdayina me ya vê topebaranê jî ji bêdesthilatiyê tê heke ne ji ber bêdesthilatiyê ba kesên sivil nedibûn qurbanê topebaranê."

Altayyar der barê pirsgirêka Kurdên Îranê de jî got ku heke pirsgirêk hebe divê bi riyên diyalogê bê çareserkirin. Altayyar da zanîn ku xeyalên hêzên desthilatdar li dijî gelê Kurd ne baş in, lê Kurd li dijî van êrîşan têk naçin berovajî vê dê bi hêztir bibin. 

DÎHA/AMED/HEWLÊR