Li bajarê Trabzon ê Tirkiyê, komeke geştyarên ji Başûrê Kurdistanê bi sedema xwestine bi ala Herêma Kurdistanê resim bigirin hatin lînckirin, paşê jî hatin dersînorkirin. Polîsên Tirk li lînckirinê temaşe kirin.
Komeke mezin a geştiyarên Başûrê Kurdistanê çûn serdana Uzungola Trabzonê. Dema xwestin li ser golê bi ala Herêma Kurdistanê wêne bikişînin, nijadperestên Tirk êrişî wan kirin. Koma nijadperestan geştyar lînc kirin û polîsan li bûyerê temaşe kir. Bihêlin polîs mudaxele bikin, li şûna êrişkaran 9 geştyarên têr lêdan xwarin kir binçavan û paşê jî dersînor kir.
Berê jî li Trabzonê nijadperestên organîzekirî êrişî Kurdan kiribûn û kesek hatibû kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN