Li cem gelek helbestvanên Kurd helbest li ser têgeha teng e ku bi sê hêmanan diyar dikin û şîroveyan li ser dikin. Mixabin ev jî heta radeyekê ta niha baş nehatiye naskirin. Bi ya min ev şaş e. Di dîroka helbesta cihanî de tiştekî wisa tune. Yanî heger tenê em di wê çarçoveya teng de tevbigerin em ê helbestê seqet û lewaz bihêlin, ev tenê têrê nake ku em wisa bibêjin ku form û wate û deng ev hersê di helbestê de cî digrin, jixwe gelek ji helbestvanan wisa helbesta xwe didin xuyakirin. Pêşîn form didin pêş û di pey wê re naverokê yanî wisa dibêjin ku wisa rast e, lê heger em li dîroka helbestê baş vekolin em ê vegerin ser hêmanên wê yên ku ji pênc hêmanan pêk tê, ne tenê wisa jî heta li gelek welatan hêmanên helbestê bêhtir wilo jî didin xuyakirin. Pirsa helbestvan ji xwe bikin ew e, ka di helbestê de çend hêman hene? Li gorî ku di dîroka helbestê de diyar dibe 5 hêmanên helbestê hene. Yekem: Bihestbûna wê Ew hestek e ku ji hêla kesekî/a xwedî raman ve hatî birêkirin ango meşandin. Ji ber vê yekê hest bi navê xwe wekî xemgîn, hêrs, şerm an şahî tê zanîn, û ew ji hêla kesek ve tête meşandin mîna henek, qîrîn ango ev di dêm û sorbûna rû de tête diyarkirin û helbestvan vê hestyariyê bi rengekî edebî destnîşan dike. Wê demê yê helbestvan bike ew e, wêneyekî xweşik û berbiçav çêke. Duyem: Raman Ev element di helbestê de pêdivî ye ku helbestvan ramanên xwe yên diyar bi kûrahî diyar bike û di hêla helbesta xwe de li ser wan nîqaşan velerizîne û divê ev raman di helbestê de were veqetandin, ji ber vê yekê, yê xwendevan bi ramana xwe bi vî rengî helbestê dixwîne û heger ramana di helbestê de rasterast be, wê hingê ev e nîşaneya serketina fikirê di helbestê diyar bike. Sêyem: Xeyal Di wê de helbestvan wate û wêneyekî diafirîne ku ew ji berhevoka ji hev belavbûyî û hestên dûr pêk tê. Ji lewra helbestvan hunera xwe ya xeyalê dirês e, û di hiş de birêz e û di bîra xwe de dimeyîne û her wiha vê xeyalê dike wêne, û ev wêne maqûl dibe, da ku mejiyê xwendevanên helbestê di xeyala yê helbestvan de karibin tevbigerin. Herweha ji bo derûdora wan dernekeve derveyî mijara xeyalê helbestvan wateya xwe di wateya xeyala giyanî ya ruhanî ya rastiyê de vedigire û dirêse ku xeyal dikare bibe rastî û pêk were. Çarem: Rêbaz Rêbaz nîgara li cem yê/a nivîskêr diyar dike ku karên edebî xwe ji hev cihê dike û vediqetîne. Bi vî rengî rêbaz wekî laşê ku ji nivîskariya dûrî rêbazî derdikeve tê binav kirin, û ew bi navgîniya nûsaziyên wî yan peyvên ku di xebata edebî de tê bikaranîn diyar dibe, ji ber ku ew hêmaya rêbaz bi xwe têkildar bi forma edebî û naveroka wêjeyê ve girêdayê ye û her wisa ew di warê zimanî de û hevrêziya ramanên yê helbestvan de têkildar dibe û biaramî xuya dibe. Pêncem: Form Mebesta form ango şêwe bi wateya jêhatîbûna helbestvan ku peyvê bi wateya hevûdin girêdide tê sazkirin. Li aliyê din ku şêwazê forma helbestê lêgerînê û afirandina peyvên ku wateyên têgeh tîne cem hev û formê helbestê bi peyvan laşê helbestê ava dibe. Di dawî de kesên ku bi rastî bixwazin helbestê nas bikin û li pey şopa helbesta cîhanî lêkolînan bikin pirr pêwîst e ku di serî de wate û dîroka helbestê nas bikin û bêguman hêmanên helbestê hemûyan ji hev derînin û nas bikin.