Ev gund, mîna gelek gundên din di encama zexta dewleta Tirk û zextê civakî de hat terikandin û ji bilî 2-3 malbatan hema bêje tevahiya nifûsa wê li derveyî welat e, koçî Elmanyayê kiriye. Ji deh hezaran Êzîdiyên piştî êrîşên DAIŞ'ê neçar man Şengalê biterikînin, 45 malbat hatin Hemdûna û gund zindî kirin. 45 malbat bi alîkariya Şaredariya Êlihê li gund bicih bûn û tevî hemû hovîtiyên hatin serê wan û kêmasiyan jî, hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Malbat li malên ku derî û pacên wan ji aliyê Şaredariyê ve hatine çêkirin, dimînin. Her 2-3 malbat li malekê dimînin.
Yek ji 3 malbatên gundê xwe neterikandin û bi hemû derfetên xwe re hewl didin ji Şengaliyan re bibin çare malbata Boran e. Alî Boran û malbatên Şengalî bi taybetî dixwazin kaniya gund bi lezgînî bê sererastkirin. Li gund pirsgirêkek cidî ya ava vexwarinê heye. Her wiha pêwîstî bi xwarin, xwarina zarokan, betanî, lehîf, desmal, sarincok û eşyayên malê heye. Tevî hemû kêmasiyan jî malbat, li gel hovîtiya hatiye serê wan herî zêde ji ber malbat xizmên xwe yên li dû wan mane, bi fikar in. Çavê malbatan timî li Stêrk TV û Çira TV ye. Bala wan li rewşa li Şengalê û aqûbeta malbatên ji Şengalê koç kirine ye. Gelek ji wan dibêjin ku ferdên malbatan dixwazin werin, lê belê ji ber ku nikarin di sînor de derbas bibin, li ser sînor disekinin.

Yek ji van malbatan jî malbata babekê bi navê Rohat Can e. Malbat bi rojane li bendê ye, ku ferdên din ên malbata wan sînor derbas bikin û bên cem wan. Tişta herî balkêş a li gund ew e, ku ciwan tineye. Piraniya mirovên hatine Hemdûna zarok û îxtiyar in. Malbatan piştî pêla destpêkê ya koçberiyê zarokên xwe şandine nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji bo şer bikin. Alî Boran bi taybetî bang li Êzidiyên li Ewropayê kir, bal kişand ser mercê zivistanê yên nêz dibin û xwest alîkariya pêwîst bê dayîn. 

ÊLIH