Serokê KNK'ê Tahîr Kemalê Zade, Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerib, endamê PYD'ê Dr. Cafer, endamên PJAK’ê, Hemwelatîya Azad u Yeksan, endamên PDK’ê, endamên YNK’ê, Kesukarê Şehidan, Hizbî Şii, Hizbî Sosyalîstî Demokrat û endamên gelek sazî, dezgeh û partiyan tevli merasima bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û di merasîmê de peyama ku KCK'ê şandibû hat xwendin.
Serokê KNK’ê Tahîr Kemalî Zade û Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb Heme Gulpî û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Heme Gulpî, yek ji şoreşgerên Kurd ku tevli şoreşa îlonê bûye ye. Di 12'ê tebaxa 1963'an de li hember rejîma Baas ya Iraqê bi qehremanî şer dike û bi lehengî jiyana xwe ji dest dide.
DÎHA/SILÊMANÎ