AMED: Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya 25'ê Mijdarê li Sumer Parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji KJA'yê Ayşe Gokkan, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevseroka MHD'ê Gulşen Ozbek axivîn. Di axaftinan de hate ragihandin ku di nava van 6 mehên dawî de 10 jin ji aliyê hêzên dewletê ve 43 jin jî ji ber rewşa şer jiyana xwe ji dest dan. Di berdewama axaftinan de hate gotin ku ew wekî KJA’a li dijî hemû cureyên şîdetê bin. 

Piştî axaftinan sînevîzyona bi navê "NEKUJE" ya li ser jin û zarokên ku di 2015'an de hatine qetilkirin hate pêşandan. Jin piştre li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatin cem hev û ji vir heta Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê ve meşiyan û di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 

Li navçeya Rezan a Amedê jî jinan daxuyanî dan. Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat xebatkara Mala Jinê ya Kardelenê Gurbet Kazan axivîn. Di axaftinan de bal li ser êrîşên ku li hemberî jinên Êzîdî hate kirin de, hate kişandin û bilêv kirin ku dewleta ku li dijî êrîşan bêdeng maye qasî çeteyên DAIŞ'ê sucdar e. 

Navenda Pêkanîn û Piştevaniyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê jî li ber Edliyeyê daxuyanî da. Li ser navê jinan Serap Ertuş axivî û got ku şîdeta li hemberî jinan bênavber didome. 


'Parastina cewherî mafeke rewa ye'

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di daxuyaniya ku daye de hate destnîşankirin ku şîdeta li hemberî jinan îdeolojîk e û dewlet piştgiriyê dide. Di daxuyaniyê de hate gotin ku koletiya jinê dê bi têkoşîna rêxestinkirî ya jinê ji ji holê bê rakirin. 


ÊLIH: Komaleya Xwendekarên Azad yên Zanîngeha Êlihê (BUO-DER), jî li kampûsa Zanîngeha Êlîhê meş lidarxistin û bi daxuyaniyekê tundî û êrîşên li dijî jinan şermezar kirin. Xwendakaran pankarta "Bi cîwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşeroja azad ve" vekirin. 

Komîsyona Mafên Jinan ya Baroya Êlîhê jî di çarçevoya 25'ê Mijdarê de li baroyê daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Komîsyona Mafên Jinan Emîne Temel axivî û diyar kir ku li Kurdistanê jin her tim di bin bandora şer de dijîn û got ku di pêvajoya şer de êrîşên herî giran taybetî li ser jinan pêk tê. 


RIHA: Şaxa BES'ê ya Rihayê têkîldarî rojê daxuşanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka BES'ê ya Şaxa Rihayê Leyla Sezer axivî û diyar kir ku saziyên dewletê ku li gorî aqilê mêr xebatên xwe dimeşîne ji bo şîdetê zemînê ava dikin û dibin şirîkê suc. 

Li navçeya Xelfetiyê jî jinan bi pêşengiya KJA'yê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan aktîvîsta KJA'yê Naîme Saglamcan axivî û wiha got: "Reng, ziman, nijad, welatê jinan biguhere jî bingeha şîdetê naguhere. Li welatê me yê ku şîdeta li dijî jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û rojê 4 jin tên qetilkirin xemsariya dewletê ya li dijî vî pirsgirêkê nîşan dide."


AGIRÎ: Li Agiriyê pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) meşek li dar xist û daxuyanî da. Meş ji ber avahiya navenda kar a şaredariyê dest pê kir û heya ber avahiya Telekolêmê berdewam kir. Di meşê de jinên ku li stuyên xwe stûpêçên mor pêçandibûn dovîzên ku şîddeta li hember jinan vedibêje vekirin. Parlementera Wanê Tugba Hezer, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay, Hevşaredara Giyadînê Xezal Aras û endamên Meclisa Jinana a KESK'ê beşdarî meşê bûn. 


COLEMÊRG: Li navçeya Gever a Colemêrgê, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi slogana "Desthilatdariya Zilam bîrdoziye parstin maf e" meş hate lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Nasîfe Evîn daxuyanî xwand û diyar kir ku ev şîdeta li ser jinan di sala 1960’an pey her sê xwîşkên Mîrebel dest pê kir û xwîşkên Mîrebel li dijî faşîzma dîkdatoriyê li ber xwe dan. 


MÊRSÎN: Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê li avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand li ser şîdeta li hemberî jinan. Berpirsyara Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê Seher Yalçinkaya Çetîn diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan her diçezêdetir dibe. 

Endamên Platforma Jinê ya Mêrsîn ê jî li ber Midûriyita Bajar a Wezerata Polîtîkayên Civakî û Malbatê daxuyanî dan û gotin ku li gorî daneyên Wezareta Dadgê di salên 2002-2015'an de 5 hezar û 406 jin hatine qetilkirin û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jî 13 hezar û 381 jin hatine qetilkirin. 


EDENE: Parêzerên Endamên Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Edeneyê bi cubeyên xwe ve li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatên jinên ku hatine qetilkirin jî piştgirî dan çalakiyê. Parêzer Sîbel BAyirdir axivî û got ku divê rayedarên dewletê dev ji polîtîkayên li dijî jinan berdin. 

Endamên TUM BEL-SEN'ê yên Edeneyê jî li ber Şaredariya Seyhanê daxuyanî dan çapemeniyê.

 

HATAY: Platforma Jinê ya Îskenderunê li ber Postexaneya Îskenderunê ji girtiyên jin re kart şandin. Li Antaluyayê jî ji aliyê Endamên Lîjneya Mafên Jinan a Baroya Antalyayê daxuyanî hat dayin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN