Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Kamûran Berwarî têkildarî xebatên dawiyê yên lidarxistina komxebata netewî ya Kurdistanê diyar kir ku hemû rêxistin û partiyên Kurd piştgiriyê didin lidarxistina komxebata neteweyî û diyar kir ku hevdîtinên wan bi giştî erênî hatine pêşwazîkirin.
Şandeya KNK’ê bêhtirî meheke ji bo lidarxistina komxebateke neteweyî, serdana partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên medenî, rewşenbîr, rûspiyên Kurd kir. Endamê konseya rêveber ya KNK’ê û endamê şandeyê Kamûran Berwarî têkildarî xebatên dawiyê yên ji bo komxebata ku biryar e 15-16’ê Tîrmehê were lidarxistin, îşaret bi ruhê yekîtîtiya neteweyî kir û got, “Dema li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê têkirin û piştgirî bi Efrînê re têkirin, wê sibe Efrîn jî amede be ji bo Silêmaniyê xwe feda bike. Dema gerîla diçe Kerkûkê şer dike, wê sibe pêşmerge jî amade be biçe Efrînê li dijî dijmin şer bike. Dema yekîtiya neteweyî û yek dengî hebe peyameke baş ji bo dijmin tê dayîn ku Kurd natirsin û têk naçin. Eger Kurd şiyar tevbigerin wê ti pîlaneke herêmî û cîhanî li ser wan neyê pêkanîn.”
Meclîseke hevpar ya Kurdan
Berwarî rexne li hêzên siyasî yên Kurd girt ji ber ku nekarîne heta niha yekgirtî bin û diyar kir ku divê bereyeke Kurd ya hevpar bête avakirin. Berwarî bi berdewamî got, “Me pêşniyaz kir ku li çar parçeyên Kurdistanê eniyeke hevpar a Kurd were avakirin û bi ruhekî neteweyî ya Kurd di asta cîhanê de xwe îfade bikin. Meclîsek dikare were hilbijartin û KNK jî wekî navenda neteweyî ya vê meclîsê were pejirandin.”
300 kes hatine vexwendin
Berwarî di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku wan ji bo pêkanîna komxebata neteweyî 300 kes vexwandiye û hemû partî û rêxistinên Kurd ji bo vê komxebatê hatine vexwendin. Berwarî herî dawî jî got, “Ger kesek ji bîra me çûbe jî em ji vir bang li wan ji dikin bên beşdarî komxebatê bibin. Ji ber ku heqê her kesê ye ku beşdar bibe û fikra xwe parve bike.