Li gorî kakila raporê ya ji 54 rupelî pêk tê, guherîna klîmayê ji niha de bandorê li ser jiyana mirovan dike. li gorî kakilê ger ku demildest pêşî li germahiya global neyê girtin dê bandora wê ya neyînî giran be.
Sekreterê Giştî yê IPCC’ê Rajendra Pachaourî got divê cîhan li dijî xetereyê germahiya global amade bin ûgot: “êdî der barê pêşerojê de hun zêdetir tiştan dizanin texmînên we hene. Lê di vê mijarê de peywireke me ya sereke heye.
Cîhan divê li dijî germahiya global xesas be û bandora wê sivik bike. vê çiqas zû bike dê bandora wê evqas kêm be. Her wiha di raporê de hat gotin ku li gelek herêman di ava şêrîn, şînahî û jiyana sewalan de qada jiyanê diguhere. Perîyoda gihandina gelek şînahiyan diguhere, hinek cure bi giştî wenda dibin.
Serokê Organîzasyona Meteorolojiya Cîhanê Mîchael Jarraud di mijara germahiya global de hişyarî kir û got: “berê dema hinek guherî pêk dihatin, me tenê texmîn dikir ku ji ber guherîna klîmaye. Lê niha hinek felaket hene, ev ji ber bandora klîmayê pêk tên.
Mînak di demeke kurt de felaketa hişkesaliya Avustralyayê.
Zirarên germahiya zêde
Di raporê de li ser zirarên ku germahiya global bide cîhanê tê sekinandin. Hat gotin ku di rewşa ku germahiya global li şûna 2 dereceyan bibe 4 derece ji ber felaketên ku tên jiyîn zirar dê girantir bibin. Tedbîrên li dijî germahiya global bên girtin dê zirarên li dijî aboriyê kêmtir bike.
Di raporê de bal dikişînin ser bandora germahiya global ya li ser hilberîna xurekê. Li gorî vê ligel ku nifûsa cîhanê bi lez û bez zêde dibe jî ji sedî 1’ê hilberînan kêm dibe. Ev daketin bi zêdebûna germahiya global pêk tê û dê zêde jî bibe.
Li gorî rapora IPCC’ê dê ji ber germahiya global û felaketên klîmayê hejmara penaberan zêde bibe û li gorî sekreterê giştî Pachaourî li seranserê cîhanê hebûna hilberînên çandiniyê ku 800 mîlyon mirovên cîhanê bikartînin girêdayê barana ku dibareye.
YOKOHAMA