Amadekariyên şanoyê bi hevkariya Şaredariya Rezan û Şaredariya Mezin a Amedê di 6 hefteyan de hate amadekirin. Derhêneriya wê Barbara Wachendorf a ji Elmanyayê kir û Ayşe Sir a endama Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî kir. Teksta wê jî ji aliyê zarokên Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezan û Komeleya Sarmaşikê ve hate nivîsandin. Her wiha Şaredariya Mezin a Amedê jî bi dik, dekor û kostuman piştgirî da lîstoka bi Kurdî û Tirkî. Hensel û Gretel ên ku bav û dayîkên wan ên feqîr, wana li daristanekê dihêlin, bi jiyana zarokên Amedê re hate lihevanîn.
AMED