Li Hepsa Wanê ya Ewlehiya wê Zêde, ya ku 5 girtiyan beriya bi 87 rojan lê çalakiya greva birçîbûnê ya nedorveger û bê mohlet lê dabû destpêkirin, 143 girtiyên din jî ev 12 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li Hepsa Duzce jî tevî hemû zextan girtî çalakiay xwe bi biryardarî dewam dikin. Çalakgerên di Hepsa Kirikkaleyê de jî ji çalakgerên li Strasbourgê re name şand û got, "Em ê li Meydana Azadiyê ya Amedê bi Rêberê xwe re govenda Kurdistanê bigerînin.

Ji bo bidawîanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven, greva birçîbûnê beriya bi 125 rojan hatibû destpêkirin. Di 16’ê Kanûna 2018’an de li Hepsa Tîpa T a Wanê girtiyên bi navê Cîhan Tamûr, Azîm Sokemen, Şahîn Oncu, Bahtîyar Kemal Hasan û Bariş Kahraman greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger dabû destpêkirin. Greva van çalakgeran di roja 87’an de dewam dike.

Di 1’ê Adarê de 143 girtiyên din ên Hepsa Ewlehiya wê Zêde ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir.

Heta daxwaz pêk bên çalakî wê dewam bike

Şukran Aydogan ku li Hepsa Tîpa T a Duzceyê bi girtiyan re hevdîtin kir, anî ziman ku girtî rastî hemû binpêkirinên mafan tên û got, "Rojnameyan nadin girtiyan. Zorê li wan dikin ku li ser piyan destûra jimarê bidin û têkevin nîzama eskerî. Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de jî anî ziman ku moralê wan bilind e û ew bi biryar in ku heta daxwazên wan pêk bên, çalakiya xwe dewam bikin. Gîrtî bawer dikin ku dê bi ser bikevin."

Li vê hepsê ev 77 roj in ku grev dewam dike. Yek ji girtiyên ev 77 roj in li vir di grevê de Mehmet Erbey e. Erbey, anî ziman ku heta daxwazên wan pêk bên, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Zext bi me nikarin

Girtiyên ku li Hepsa Tîpa F a Kirikkaleyê ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji berxwedêrên li Strasbourgê û tevahiya berxwedêrên greva birçîbûnê re şand û diyar kir ku ew ê teqez bi ser kevin.

Name di serî de ji Gulîstan Çiya Îke, Dîlek Ocalan, Yuksel Koç ên li Strabourgê, Fadîle Tok a li Mexmûrê, Sûltan Yîgît a li Awusturyayê, ji berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan re hatiye nivîsandin.

Di nameyê de 8'ê Adarê li berxwedêran, li jin û dayikên li Ewrûpayê çalakiyan li dar dixin, hate pîrozkirin.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku ew ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne û hate gotin, li gel şert û mercên giran, ew berxwedana xwe didomînin.

Di dewama nameyê de hate gotin, "Tevî bêderfetî, zext û zordariyê jî biryardarî, coş, moral û motîvasyona me di asta herî bilind de ye. Em ê li Meydana Azadiyê ya Amedê bi Rêberê xwe re govenda Kurdistanê bigerînin."

 

NAVENDANÛÇEYAN