REWŞAN DENÎZ / FRANKFURT
Xewle El-Îsa El-Hemmûd berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê ye. Xewle beriya ku DAIŞ Reqayê dagir bike, xwendekar bû. Heta di wê demê de ku çeteyan navê Artêşa Azad li xwe dikir jî, tê bîra wê ku êdî derketina ji nava malê jî li jinê û pê re jî li wê hatibû qedexekirin. Xwendekara hiqûqî Xewle têne bîra xwe ku xwendina wê weke, xwendina “qanûna kafiran” hatiye binavkirin.
Axir ew paşê xwe fêrî dirûnê dike û destê xwe ji xwnedina hiqûqê jî dişo, heta ku Hêzên Sûriyeya Xemokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina Reqayê zend û bendan vedimalin.
Xewle dibêje ew çarşefa reş û rûpoş bi xwe pirsigirêka mezin di dema dagirkeriya DAIŞ´ê de nebû, û wiha dipeyive: “Carekê ji bo cilûbergên me qanûn çêdikirin, her sal ew diguhertin. Piştre qedexeya derketina ji malê danîn, û diviyabû ku dengê mirovan jî dernekeve. Jina li kolanê bimeşiya, cezayê pere lê dihat birrîn. Li gori tişta ku li xwe nekiribe jî ev ceza zêde dibû. Ji bo me cilûberg ne pirsgirêk bûn, ew zexta ku li ser malbatên me dimeşandin, ha wê dikir ku zext bêhtir li me bibe. Wan kir gelek jin û mêr dev ji hev berdin. Wan ders didan zilaman û zilaman li mala xwe li ser hevjina xwe ew ders pêk dianî. Wan dixwest bi hinceta şerîeta Îslami jinê ji her tiştî mehrûm bike.”
Bi hêza jina Kurd
Rigarkirina bajarê Reqayê û hêviya bi wan re peyde bûyî jî Xewle wiha îfade dike: “Rizgarbûna me bi destê jinê hat, beriya wê em 5 mehan dorgirtî man, lê bi hêza jina Kurd em hatin rizgarkirin, hembêza yekemîn ku ji me re hat vekirin ya jina Kurd bû. Bi destên me girtin û em ji rewşa bindestiyê ber bi azadiyê ve birin. Ji cihê ku li jinê derketina derve qedexe bû, em hatin cihekî ku jin di bereya peş de be tirs şer dikin. Ruhê xwe fedayî azadiya jinên bindest dikirin.
Piştî rizgarbûnê, me nedizanî çawa mirov xwe birêxistin dike. Lê piştre, me dest bi avakirina komun û meclîsên giştî û yên jinê kir. Min pêşî ji xwe re digot, çima em di nava xebata giştî de ne jî. Piştre me her tişt fêm kir. Min di nav komunên jinan de kar kir, ji jinan re got ka rêxistinbûyîn çi ye, komun çi ye. Me fêm kir ku êşa jinan li her deverê weke hev e. Çi li Reqa çi li Dere Zor, Tebqa û Minbicê, pirsgirêkên jinan yek in. Jinên ku zilma DAIŞ´ê dîtibin, daxwaza wan ji bo azadî û xebatê zêde ye.”
Hêvî ji nû ve ava kir
Xewle bi bîr dixe ku hêza xweparastinê ya jinê ji bo wan tiştekî nû bû û nerazîbûna malbatan a destpêkê jî, piştî ku dîtin ka jin çiqasî exlaqî xwe diparêze ji holê rabûye. Xewle dibêje vê hêzeke xurt afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji avakirina komun, meclis û rêveberiya jinan dest pê kir, û ji bo ku jin bê perwerdekirin û hişyarkirin, akademiyên perwerdeyê hatin vekirin.
Ji bo jinên Reqayê, ew tiştên nû bûn, ji ber ku em di nav civakeke dîlgirtî de mezin bûne. Rola jinê tenê di nav malê de bû, ti hêviya jinan nebû ku ji malê derkevin û dinyayê bibînin. Lê îro ev mumkin e. Ez mînaka vê me. ez hatime cihekî ku jin ji hemû aliyen cihanê hatine gel hev, ezmûnên xwe bi hev re parve dikin. Ji vê konferansa navneteweyî ya jinan tişta girîng a min derxistî ew e ku jin li ku devera cihanê dibin bila bibin, pirsgirêk, hîs û eşên wan yek in.”
Jin bi hevgirtin wê jinê azad bikin
Dewra xwe ya li derveytî meclîsa jinê de jî Xewle wiha terîf dike: “Saleke min çêbû ku ez di nav xebaten jinê de cih digirim. Ev 6 meh in ku ez li dadgehê ji bo parastina mafên jinan dixebitim. Ji bo projeyên jinan jî dîsa miracaetî me kirin. Rola ku rêveberiya jinê di vi warî de pê rabûye, ez pirr girîng dinirxinim.”
Xewle bi bîr xist ku wan bi qanûnê zewicandina di temenê zaroktiyê de ya jinan qedexe kiriye û her jina ku miracaetî mala wan bike, ew ê xwedî lê derkevin. Armanca xwe ya li ser mijarê jî wiha rave dike: “Armanca me ew e ku civak îqna bibe ku zewaca bi temenê zaroktiyê de rast nîne û rîskên wê hene.”
Xewle ji bo qanûna zewacê ya duyem jî ew e ku pirrjinanînê qedexe dike, lê ev li Reqayê hîna ne lê ye. Lê dîsa jî zilam tên û fikarên xwe dibêjin.”
Berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê Xewle El-Îsa El-Hemmûd îşaret bi guherîna dewra jinê di nava civaka li Reqayê de kir ku êdî jin li bereyên pêş ên şerî jî hene û axaftina xwe bi vê hêviyê bi dawî kir: “Baweriya min bi hêza jinê zêde heye, ez hevîdar im ku em ê weke jin bi hevgirtina xwe karibin jinan ber bi azadiyê ve bibin.”