Hêzên dewleta Tirk dikin û nakin nikarin berxwedanê li Bakurê Kurdistanê bişikînin! Li Sûrê rewşa awarte mehek li dûv xwe hişt, li Cizîrê 20 rojên xwe qedandin. Bi hêzên xwe yîn taybet û asayî, bi tank û topên xwe dewleta Tirk li dîwarê vîna gelê Kurd ket û hûromûro bû.

Li navçeya Amed Surê, rewşa awarte mehek li dûv xwe hişt (îro roja 32´an e). Li hemberî tank û topên hêzên dewleta Tirk, gelê Kurd berxwedana xwe didomîne. Li navçeyê ji ber topbarana ji Hasirli û Mizgefta Kûrşûnlû gelek xanî şewitîn. Doh ji serê sibê û pê ve êrîşên li ser taxên Savaş, Fatîhpaşa û Hasirli giran bûn. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi xweparastinê bersivê didin êrîşan.


‘Dewlet dibistan û nexweşxaneyan dike baregeh’

Leşker û polîsên Tirk nexweşxane û dibistanan dagir dikin û weke baregeh bi kar tînin. Hin dîmenên nû peyda bûn ku nîşan didin, Dibistana Seretayî ya Deriyê Mêrdînê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dagirkirin. Li hewşa distanê tank, gelek panzer û maşînên zirîhpoş yên tîpa akrep hatine bicihkirin.


Gel alternatîfan diafirîne

Malbatên li navçeyê, tevî hemû zor û zehmetiyan jî malên xwe naterikînin. Şêniyên Sûrê çareseriyên alternatîf peyda dikin, ji bîrê avê dikişînin, li ser tifikê xwarina xwe çêdikin û ava ji bo xweşuştinê jî bi vî rengî germ dikin.

Li aliyê din, cenazeyê zarokê 16 salî yê navê wî nehat zanîn ê di bomberdûmana li taxa Hasirli de jiyana xwe ji dest dayî û cenazeyên Mesût Sevîptek û Îsa Oran ên berî 9 rojan di encama êrîşên dewletê de jiyana xwe ji dest dayî, ji ber dorpêçê nikarin werin rakirin.

Di vê rewşê de veguhestina eskerî jî doh dewam kir. Dewleta Tirk doh tankekedin a bi palet şand navçê. Lê belê berxwedana xurt a xwerêveberiyan û YPS´ê kir ku gelek ji hêzên çekdar ên dewleta Tirk werin kuştin. Dema veguhestina tankê de dengê teqînan ji Sûrê hat û ambulas ji navçeyê derketin.  Hat ragihandin ku di encama teqînan de gelek polîs hatine kuştin û birîndarkirin û ambulansan ev kuştî û birîndar rakirine. Lê belê derbarê hejmarê de agahiyên zelal bi dest neketin.


 

Li Cizîrê dewlet her kuştî û birîndarên xwe radike

Di roja 20´an de berxwedana Cizîra Botan a li dijî terora dewleta Tirk dewam dike. Tîmên taybet ên Tirk pêr bi şev hewl dan bi dizî xwe berdin nava Taxa Cûdî û rastî bersiva hêzên xweparastinê hatin. Di şerê li vê derê gelek polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Cenazeyên polîsên hatin kuştin û yên birîndar bûn bi helîkopteran hatin rakirin û ew birin Şirnexê.


Dewlet êrîşî sivîlan dike

Li aliyî din li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber ku guleyeke topê li malekê ket, Nûreddîn Çagli (73) ê destnimêj digirt, ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber ku polîsan nehişt servîsa lezgîn a 112 bikeve nava taxê Çagli demeke dirêj li erdê ma. Bi alîkariya gel Çagli radestî ambûlansa xwe gihand Kolana Orhan Dogan hat kirin. Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê pêr bi şev di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, ji ber ku polîs nahêlin ambûlans bikeve nava taxê, hînê li cihê lê hatiye qetilkirin e.

Di êrîşên dewleta Tirk de li taxa Nûrê ji bilî gelek xaniyan top li mizgefta Xêrxwaz a li kolna Kuştepe jî ketin. Taxa Yafesê jî ji ber topbaranê gelek heywan telef bûn û gelek xanî jî xera bûn.

Herî kêm polîsek hat kuştin
Li navçeyê pêr bi şev li dijî leşker û polîsên ku xwestin bi dizî bikevin taxan çalakiyên eskerî hatin lidarxistin. Di şer de herî kêm tîmekî taybet hat kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn. 


AMED/ŞIRNEX



Kerboranê zend vemalîn 


Welatiyên Kerboranê 19 rojan li dijî terora dewletê li ber xwe dan û nehiştin dewlet bi erdên wan ên xweseriyê keve. Niha jî ji bo berterefkirina zerarên dewletê li bajarê wankirî, zendên xwe li kar vemalîn.

Li navçeyê hêzên dewletê gelek zirar dane malan û depoyên avê jî hedef girtine; niha Şaredariya Kerboranê û Şeraderiya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bi hev re hewl didin texrîbatan ji holê rakin. 

Bi rakirina qedexeyê ve Midûriyeta Giştî ya MARSU ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hate navçeyê û zirar tespît kirin û bi Şaredariya Kerbaronê re bi awayeke hevpar xebat dan destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê alîkariya zaxîre da gel, ekîbên girêdayî Midûriyeta MARSU´yî jî li taxa Safayê ji bo çêkirina kanalîzasyonan xebat dan destpêkirin. Midûriyeta Giştî ya MARSU av da welatiyên ku depoyên wan ên avê zirar dîtine. 


MÊRDÎN