Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Zagros Bêrîtan bi bîr anî û got, “Heval Zagros bi enerjî û baweriya xwe timî dibû çavkaniya moral ji bo tevahî hevalên xwe. Hevalên Zagros wî weke Heqî Karerê Rojhilat bi nav dikin. Ew hemû kêliyên têkoşînê bi azadî dijî.”

Asta xwe her pêş ve bir

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Elî Mihemedî bi nasnav Zagros Bêrîtan di salvegera şahadeta wî de bi bîr anî.

Di peyama bîranîna şehîd Zagros Bêrîtan de wiha tê gotin: “Heval Zagros Bêrîtan sala 1997’an fikrên Rêber Apo nas kirin. Bi eşq û kelecaneke mezin beşdarî xebatên rêxistinî yên nava bajêr dibe û di sala 1998’an de bi awayekî çalak tevlî xebatên rêxistinî dibe û gelek pêngavên mezin diavêje. Ji bo naskirina gelê me yê Sine û herêmên derdor bi Tevgera Apoyî re jî çêbibe dibe xwedî ked û hewldaneke mezin. Lê heval Zagros her ku têkoşîna azadîxwaz a Kurdistanê nas dike, dixwaze asta xwe ya pêşengiyê ber bi pêşvetir bibe û derbasê qonaxeke din a têkoşînê bibe. Ji ber vê di navgîna sala 2000’an de bi kelecan û baweriyeke mezin li Qeredaxa ser bi Silêmaniyê tevlî nava refên gerîla dibe.”

Em ê xeyalên wî pêk bînin

PJAK’ê ragihand ku Zagros Bêrîtan di encama êrîşa hêzên rejîma Iranê de di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li herêma Xedarê ya ser bi Xinereyê di encama gulebarandina hêzên rejîma Iranê ya dagirker de gihîştiye şahadetê û peyam wiha bi dawî hat, “Em careke din soza xwe ya ji bo pêkanîna xeyal û armancên şehîd Zagros Bêrîtan dubare dikin û dibêjin em ê rêya wî ya têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN