Dayika Direxşan li ser şehîdbûna kûrê xwe Bakur Cîlo yê ku di 5 Nîsanê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê şehîd bû peyivî. Dayik Direxşan Îbrahîm serbilindiya xwe bi şehîdbûna kurê xwe nîşan dide û dibêjê; “Di destpêkê de ez sersaxiyê ji bo tevahiya gelê Kurd û Rêber Apo dixwazim, Bakur tenê zarokê min nîne, zarokê gelê Kurd hemûyî ye. Ez bi zarokên xwe ser bilind im, serbilind im bi keç û xortên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin û li ber xwe didin. Dijiminê gelê Kurd ji bo kêliyekê jî kuştin, tecawiz, îşkence û ji holê rakirina gelê me gav bi paş ve neavêtiye. Ji bo wê jî ez serbilind im ku zarokên min li hemberî dijminekî wisa, canê xwe feda kirine. Canê wan ne ji bo berjwendiyên şexsî, pere û kursî feda bûye. Zarokên min ên şehîd nirxê herî mezin ê manewî ne ji bo me. Divê her kes xwedî li nirxên gelê xwe derkeve. Eger îro em şehîdan nedin, eger em kedê nedin, xwe feda nekin, wê dijmin zêdetir mala me wêran bike, zêdetir bi aqilê civak û ciwanên me bilîze.”
Ji koletiyê re êdî bes e!
Jina Kurd a dayika 3 şehîdan Direxşan Îbrahîm bi van gotinan jî bang li gelê Kurd dike ku ji bo azadiya xwe rabin ser piyan: “Daxwaz li gelê Kurd û her çar beşên Kurdistanê dikim, bila rabin ser piyan û bibêjin ‘êdî bes e koletî’, ‘êdî bes e, xepandina gel û berjwendiyên şexsî û kursî’, ‘êdî bes e jiyaneke rezîl ya di bin kontrola dijmin de ku wan mîna maşeyekê bi kar tîne’. Eger em kedê bidin, em ê gav bi gav ber bi serketinê ve biçin, lê eger dijmin bi aqilê me bilîze gav bi gav ber bi paş ve biçin. Ez kêfxweş im ku xortekî çeleng ê ji Başûrê Kurdistanê diçe û ji bo gelê xwe li beşekî din ê Kurdistanê şehîd dibe. Ev îsbata guhartineke mezin e di nava Kurdan de.”
Di dewama nirxandina xwe de Direxşan Îbrahîm ji bo kes û derdorên berjewendiyên takekesî, malbatî û eşîrî li pêşiya yên gel digirin jî wiha axifî: “Dereng an jî zû, gelê me wê ji destê wan dagirker û dijminan azad bibe û şermezarî ji bo wan yên tenê ji bo pere, kursî û berjwendiyên xwe gelê xwe difiroşin an gelê xwe bi hêsanî bi destê dijmin didin kuştin. Kesêkî şerm neke, ev kes û alî wê çawa bersiva dîrokê bidin? Li ku derê gelê me ji bo mafê xwe têbikoşe, divê em lê xwedî derkevin. Îro gelê me xwedî îrade ye, îrade jî çeka herî bihêz e. Kurdistan yek e, divê were zanîn parçebûn encama zihniyeta dujmine. Werim em dest bidin hev û ala serkeftinê li her dera Kurdistan rekin.”
Xatirxwestina Bakur
Dayika Direxşan got; “Dema Bakur berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji min pirsî; dayê ez diçim tu çi dibêjî. Min jê re got dema tu diçî divê qet xiyanetê nekî. Li ku derê êrîş hebe li ser gelê Kurd tu divê li wir bî.”
Li ser taybetmendiyên şehîd Bakur jî got; “Ew ji ber ku pirr bi ciwanî tevlî nav refên gerîla bû, gelek jê dihat hezkirin û ew bi xwe jî kesêk rûgeş û mirovekî xwedî asoyeke fireh bû. Ji bo xweza, mirov, welat û tevahiya jiyanê hezkirina wî mezin bû. Di aliyê ramanê de pir kûr û fireh difikirî. Weke dayîkekê, min got ez nabim asteng li pêşiya têkoşîna kurê xwe, ji ber ku nifşên werin wê me efû nekin. Ji bo wê jî min ew pîroz kir dema tevlî têkoşînê bû. Wî jî bextewariya xwe anî ziman ku xwedî dayikeke mîna min e.”
Dayîka Direxşan di dawiya nirxandinên xwe de got; “ Ez heqîqetê ti têkoşîna wî de dibînim û pê serbilid im. Ji bo min şerefeke mezin e, ez dayîka wan im. Ev sermayeya herî mezin e ji bo me.”
NECÎBE QEREDAXÎ / KOLN