Piştî ku bi gava alozî derxist holê ya PDK’ê ya ku hêza eskerî şand devera Zînî Wertê, bangên ji bo vegera li aqlê selîm zêde dibin.
Parlementerên jin ên Kurd ên li Meclîsa Tirkiyeyê, ji seroka Parlamena Başûrê Kurdistanê û hemû parlamenterên jin ên parlamenê re nivîsî û got, “Li dijî şerê birakujiyê em helwêsta xwe nîşan bidin”, pê re jî wan bang kir da ku aliyên Kurd yekrêz bin. 105 rêxistinên civaka sivîl ên ji Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke hevbeş bang li aliyên siyasî kir da ku demildest dawî li nakokiyên li Zînî Wertê bînin. Hunermendên ji Rojava jî bang li aliyan kir da ku yekîtiya xwe ava bikin. Parlamenterê Tevgera Gorranê Yasîn Xizri Taha jî bang li PDK’ê û aliyên din kir da ku li gorî aqlê selîm tevbigerin.
Parlamenterên jin ên Kurd ên li Meclîsa Tirkiyeyê, ji bo Seroka Parlamena Başûrê Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq, hemû parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Başûrê Kurdistanê û rêxistinên jinan ên Kurd re name şandin û di nameyê de wan got, "Li dijî şerê xwişk û birakujiyê em helwêsta xwe nîşan bidin û dengê xwe bilindtir bikin!" Parlamneteran helwêsta êrişkariya li dijî Kurdan a dewleta Tirk bi bîr xist ku di vê krîza koronayê de jî dewam dike û got, “Me heta niha bi yekîtî, piştgirî û palpiştiyê, li dijî vê hişmendiya serdestan, li ber xwe da. Jinên Kurd, heta niha bi têkoşîna xwe, bi sekn û helwêsta xwe û bi tifaqa xwe bersiva herî watedar da dagirkeran. Em îro careke din dibînin ku yekîtiya me ya neteweyî ji bo me çiqas girîng û pêwîst e.”
Parlamenteran fikarên xwe yên eleqedarî şerê di nava aliyên Kurd de pirrcarî kir û got, “Em dikarin bi avakirina yekîtiya xwe bersiva herî watedar bidin dijminên gelê Kurd. Em cudahiyê naxin navbera ti partî, dever û siyasetan û bi nasnameya xwe ya Kurdbûn û jinbûnê, bi êş û azarên xwe û bi têkoşîna xwe, yek in û bi hev re ne. Dem dema xurtkirina yekîtiyê ye. Şer û pevçûnê gelek xisar li me kir, lewre em dubare dibêjin, em şerê xwîşk û birakujiyê qebûl nakin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derkevin."
Kurd divê yekîtiya xwe ava bikin
Hunermendên Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa Zînî Wertê de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Hunermend Nesrîn Heyder daxuyanî xwend.
Hunermenda got, "Herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê di van çend rojên dawîn de bû navenda gengeşeyê. Di encama nakokiyên partiyên Başûrê Kurdistanê alozî li wê herêmê rû da, dibe di demên pêş de kûr bibe û encamên xerab bi xwe re bîne. Em hêvî ji aliyan dikin ku vê rewşê deynin aliyekî da ku parçebûn nekeve nav Kurdan. Em bang li hemû aliyan dikin da ku dest bi diyalogê bikin û şerê hev nekin. Lewma erka hêzên Kurdistanî ew e ku planên dijminan têk bibin. Lewma hizra di berjewendiya kurdî de, hevpeymana hêzên kurdistanî yên siyasî û leşkerî ye, ew tekane rê ye ku planên dijminan têk bibin ku nahêlin Kurd bigihêjin pêkanîna xewnên xwe.”  Hêza eskerî dike dewleta Tirk bombe bike Parlemterê qonaxa pêncan a Tevgera Goran Yasîn Xizir Teha li ser mijara şandina hêzên eskerî yên PDK’ê ya devera Zînî Wertê got, “Ev dever devereke aram e û seyrangeh e. Hebûna hêzeke wiha ya li herêmê pirsgirêkan ji bo xelkê herêmê çêdike. Xizir Teha bal bire ser metirsiya li herêmê û got: “Heger hêzên PDK’ê, YNK’ê û PKK li herêmê bin, wê pirsgirêkan bi xwe re bîne ev yek. Heger şer û nakokî pêk bê, wê dewleta Tirk sûdê ji vê bigire û navçeyê bombe bike. Ev jî wê bike ku herêm ji welatiyan vala bibe.”
Rêxistinên sivîl bi yekdengî doza aqlê selîm kir
Derbarê aloziya li Zînî Wertê 105 rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku demildest dawî li aloziya li Zînî Wertê bê anîn.
Rêxistinan got, “Tişta ku li Zînî Wertê heye, eger çi rast û derew be ku ji bo rêgirtina li qaçax û pêşîlêgiritna vîrusa koronayê be, lê ji bo nakokî û şerê navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê û çêbûna şerê navxweyî ne sedem e. Heger jihevfêmkirin hebe, guftûgo û jihevdufêmkirin bijarteya herî baş e, ji bo peydakirina mekanîzma, rieya çareseriyê ya rast û guncaw e.
Em daxwaz dikin ku demildest dawî li çeperkirina nepêwîst a li Zînî Wertê were. Em pitşgiriya her kar û çalakiya ji bo aramkirinê û rêgirtina li nakokiyan, nexasim şerê navxweyî dikin.” NAVENDA NÛÇEYAN
 

Lîsteya rêxistinên sivîl ên banga aqlê selîm dikin

1- Rêxistina Fîwçer –Silêmanî 2- Peymangeha Kurdî a ji bo Hilbijartin (KIE)- Silêmanî 3-Rêxistina Aştî û Azadî- Hewlêr 4- Rêxisitna Şar ji bo Geşepêdana Mirovî- Silêmanî 5-Rêxistina Elind- Dihok 6- Dezgeha Lutke ya ji bo kar û barê penaberan –Silêmanî 7-Sekoî Beşdarî Giştî-Herêma Kurdistan 8-Enstîtuya Reform- Hewlêr 9- Rêxistina Bereya Şaristaniyê –Kerkûk 10- Sentera Kerkûk a jib o Parastina Mafê Lawa- Kerkûk 11- Rêxisitna Helwest-Helebce 12- Rêxistina Fokes- Germiyan 13- Rêxistina War ya ji bo parastina Jînge- Soran 14- Tora Rêxistinên nehukmî yên Soran 15- Rêxistina Mirov Dost- Silêmanî 16- Rêxistina Siruştî Kurdistan-Silêmanî 17- RêxistinaGeş- Silêmanî 18- Rêxistina Sayo-Silêmanî 19- Rêxistina Ezmûn- Silêmanî 20- RêxistinaMedya- Silêmanî 21- Rêxistina Nû ya ji bo parastina jînge û mafên jinan- Helebce 22- Rêxistina paytexta Aştî- Helebce 23- Rêxistina Serwerî a Helebce –Helebce 24- Rêxistina Seda ji bo giringiya mirovî- Hewlêr 25- RêxistinaHizrî şaristanî- Hewlêr 26- Rêxistina Danya ji bo huner û çandê- Hewlêr 27- Tîmên Dirûstkarên Aştiyê 28- Rêxistina Asude- Silêmanî 29- Snetera girîngîdana Demokrasî û Mafê Mirovan. DHRD-Silêmanî 30- RêxistinaTejne- Şarezûr 31- Rêxistina Şehîdan –Dihok 32- Rêxistina Roşengerî ya ji bo peydakirina demokrasiyê-Dihok 33- Rêxistina lêkolîn û zanyariyên a,Cender-Hewlêr 34- RêxistinaDerya-Dihok 35- Sentera rewşenbîrî a Henase-Silêmanî 36- Rêxistina Kîko-Silêmanî 37- Rêxistina Medyakarên werzîşî a xanimên Kurdistanê –Silêmanî 38- Rêxistina Xorî Aştî-Silêmanî 39- Rêxistina nîştimanî Kurd a ji bo jînge û perwerdeyê –Silêmanî 40- Rêxistina Dabîn a ji bo Geşepêdana demokrasî û mafê mirovan- Silêmanî 41- Rêxistina Mîpra a ji bo girîngîdan û rewşenbîrî ya Yarasanî -Silêmanî 42- Rêxistina Xuşkên Îslamî Kurdistan 43- Rêxistina Ayîndeya Gel-Silêmanî 44- Rêxistina Çepik a jib o Geşepêdana Mirov- Silêmanî 45- Rêxistina Ciwanên Buyr-Germiyan 46- Rêxistina Geşepêdana aboriya hejaran-Silêmanî 47- Rêxistina Geşepêdana aborî ya ji bo malbatên şehîdan û enfaliyan- Hewlêr 48- Tora Bunyadî rêxistinan –Germiyan 49- Rêxistina Sarêj a jib o karê xêrxwazan-Germiyan 50- Rêxistina Dostanî Germiyan- Germiyan 51- RêxistinaÇawgeî Huner- Germiyan 52- Koma Şano a Binkure-Germiyan 53- Rêxistina Jinên azad- Germiyan 54- RêxistinaGEşe a ji bo twanên Lawan-Silêmanî 55- Rêxistina Helekokî Mirovî-Silêmanî 56- Rêxistina Şêwa a jib o geşepêdana hatûço- Silêmanî 57- Rêxistina alîkariya mirovî- Hewlêr 58- Enstîtûya Peî- Silêmanî 59- Tora geşepêdana berdewam-Dihok 60- RêxistinaNîşa-Dihok 61- Rêxistina Yekgirtû xuşkên îslamî Kurdistan 62- Rêxistina Hîwa a ji bo alîkariya zarokên kemendam 63- Rêxistina yekgirtû xuşkên îslamî Kurdistan 64- Rêxistina Hîwa a ji bo alîkariya zarokên hejar 65- Minfime Alamil Dife En Hiquq Elmirae-Dihok 66- RêxistinaLîder a ji bo geşepêdana Mirov-Dihok 67- Rêxistina Tiruske a jib o jin û zarokan- Silêmanî 68- Rêxistina Şineba Xak a jib o rewşenbîrî û mirovî-Silêmanî 69- Rêxistina zarokên Kurdistan 70- Rêxistina Kar a jib o karker û destî kar-Silêmanî 71- Rêxistina Qeredax a jib o geşepêdan-Silêmanî 72- Rêxistina Ber bi hevnîştimaniya ciwan TCYO- Silêmanî 73- Rêxistina nîştimanî sewz-Silêmanî 74- Rêxistina Keneda kurdî aji bo mafên mirovan-Silêmanî
 
75- Rêxistina Kar a ji bo geşepêdana mirovan-Silêmanî 76- Rêxistina Rehend –Silêmanî 77- Rêxistina rojnamegeriya akademî-Silêmanî 78- Rêxistina mijara perwerdeyî-Silêmanî 79- Rêxistina dostên jînge-Silêmanî 80- Alîkariya Alîtamî û Mihtacîn- Silêmanî 81- Rêxistina geşepêdana werzîş- Silêmanî 82- Rêxistina xewn a ji bo geşepêdana komelayetî 83- Rêxistina reng a jib o geşepêdana rewşenbîrî- Silêmanî 84- Dezgaya navendî yasayî a ji bo rewşenbîrî a yasayî- Silêmanî 85- Rêxistina aştî aji bo perwerde 86- Rêxistina runyan- Silêmanî 87- Rêxistina farsî a ji bo karê xêrxwazan- Silêmanî 88- Rêxistina xwediyên dostê jînge- Silêmanî 89- Rêxistina Mîne aj i bo kar û barê rewşenbîrî- silêmanî 90- Rêxistina misture a ji bo kar û barê jinan-Silêmanî 91- Rêxistina Malî Gencan-Silêmanî 92- Rêxistina Mîrko-Silêmanî 93- Rêxistina Jîrko-Silêmanî 94- Rêxistina Sinewber-Silêmanî 95- Rêxistina plan jibo pilandana-Silêmanî 96- Rêxistina gencan a jib o geşepêdana gencan GOYD- Dihok 97- Rêxistina rêga a ji bo geşepêdan- Silêmanî 98- Tora hemahengiya rêxistinan CNO- Kurdistan 99- Encûmena Bilind a Rêxistina Komeleya Medenî ya li Kurdistanê. 100- Rêxistina Maf û Perepêdana Lawan- Kerkûk 101- Rêxistina Ciwanên Serbixwe- Kerkûk 102- Rêxistina Malyusus a ji bo parastina tenduristiya Welatiyan- Kerkûk 103-Rêxistina Terz a ji bo Jîngehparêzî – Kerkûk 104- Rêxistina Stîlo ya ji bo Pêşxistina perwerdeyê- Kerkûk 105- Yekîtiya Jinên Kurdistanê- Soran