Di serdema antîk de bajarê Chiusi ji bo çêkirina cêran navdar bû. Pişpişe û pisporên vî hunerî, ew bajar ji xwe re kirine mal û dezgeh. Lê em behsa cêrên ji bo avê, ji bo muhafezekirina zad, dexl, penîr û dimsê nakin. Ev cêrên Chiusiyê ji bo veşartina cenaze ne, ya rastî ji bo bicihkirina xweliya miriyan piştî merasîma cenaze ya bi şewitandina laşî.

Ha ev wêneyê hanê jî yekî ji wan cêran nîşan dide. Ew ji sedsala 7ʼan beriya mîladê maye. Chiusi li geliyê Chiana ya li Îtalyayê ye. Ji van cêran re “canope” hatiye gotin, weke wan darbestên mûmyayên Misrî di wan de bicihkirî. Bi qasî tê zanîn, ev cêr ji sedsala 9ʼan beriya mîladê heta bi sedsala 7ʼan hatine çêkirin. Li ser vî cêrî rûyekî mirovan û fîgurên laşê mirovî bi bîr dixin, hene. Lê hemû ne wisa ne. Lê ev şêwazê jê re antropomorf tê gotin, di vî cêrî de xwe bi xêra wan destan beloq dide der.

 

 ROMA