Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî girtina 3 dibistanên Kurdî da û got: “Bêtehemûliya li dijî dibistanên Kurdî, bêtehemûliya li djî gelê Kurd e. Em wek Gelê Kurd û jinên Kurd qebûl nakin ku mifte li zimanê me bikeve û hikûmeta AKP’ê şermezar kir. Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Hikûmeta AKP’ê jî li hemberî daxwaza perwerda zimanê dayikê, li dibistanên dewletê dersa hilbijarte têr dibîne. Bi çend guherînan, lê di esas de guherîn tune, asîmîlasyonê didomînin.Ev nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin e, nêzîkatiyeke ku ji çareseriyê dûr e. Mafê zimanê dayikê tu car nabe mijara bazarê. Bêtehemûliya li dijî vekirina dibistanan, bêtehemûliya li dijî gelê Kurd e. Ev êrîşeke li dijî gelê Kurd e.“
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gel a ji bo perwerdeya zimanê zikmakî hate silav kirin û wiha hate gotin: „ Em wek gelê Kurd û jinên Kurd vê qebûl nakin. Em hikûmetê di vê mijarê de şermezar dikin, dibêjin ku dest nede ziman, çand û dibistanên me... Di vê esas de em berxwedana gelê xwe ya li dijî girtina dibistanan û boykotê silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyên xwe bilindtir bikin.”
BEHDÎNAN