Li ser banga Eniya Piştgiriya Rojava li seranserî Başûrê Kurdistanê, bi hezaran kes daketin meydanan. Di çalakiyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku ji bo Rojava seferber bibin. Peyama ger em îro ranebin, gelo em ê kengê rabin hat dayin.
Welatiyên bajarê Silêmanî yên ji çar parçeyên Kurdistanê doh herikîn qadan û hêrsa xwe ya li dijî êrişên qirkirina Kurd a dewleta Tirk nîşandan. Di çalakiyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku ji bo Rojava seferber bibin. Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojavayê Kurdistanê li ser piyane. Ji bo şermezarkirna êrişên dagirkeriya Tirk, li seranserî Başûrê Kurdistanê, bi hezaran kes daketin meydanan. Çalakî li ser banga Eniya Piştgiriya Rojava pêk hat. Welatiyên bajarê Silêmanî yên ji çar parçeyên Kurdistanê doh herikîn qadan û hêrsa xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina Kurd nîşan dan. Di çalakiyê de bang li gelê Kurd kirin ku ji bo Rojava seferber bibin û ji hêzên Kurd jî xwestin bi awayekî lezgîn bicivin. Ji ber ku li derveyî Kurdan ti dostên Kurdan nîne, tenê divê Kurd xwedî li xwe derkevin û li dora hev kom bibin. Eger em îro ranebin, gelo em ê kengê rabin? Paşê li Sekoyî Azad a nava parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna komek mamostayên olî, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê nimêja înê hate kirin.
Helwêst nebese gav bavêjin
Komek rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl li Helebceyê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava xwepêşandanek li dar xistin. Di çalakiyê de dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin û banga mezinkirina berxwedanê li her kesî hat kirin. Piştî çalakiyê ji bo piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê nimêja înê kirin. Bi heman armancê li nava bazara Seyîdsadiq, Kifrî, bajarokê Sengeser a ser bi Silêmaniyê ve jî welatî û çalakvanên civaka sivîl li dijî êrîşa dewleta Tirk ya li ser Rojava çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyan de daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyê de hate gotin, divê tevahî gelê Kurd li her çar parçên Kurdistan û seranserî welatên cihanê ji bo piştgiriya Rojava rabin ser piyan. Helwêst têre nake gav bavêjin.
Êdî kêr gihaye hestî
Navendeke din a berxwedanê jî wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ye. Ji bo şermezarkirna dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriye, bi hezaran şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî li dar xistin. Meşê ji ber deriyê Şaredariya Mexmûrê despê kir. Di meşe de alên PKK, KCK, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Meş heya cihê navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê dewam kir. Li vê derê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Leheng Kara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk bi awayekî nemerdane êrişî gelê Kurd dike. Êdî kêr gihaye hestî. Êdî weke ciwan em ê serî li hember dewleta Tirk netewînin. Em bang li ciwanên Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ciwanê Ewrûpa dikin ku em bi hevre li dijî dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê bikin.
Pêşî li şer û komkujiyan bigirin
Li Bajarê Hewlêrê jî li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya, ‘Terorîst Erdogan’ çalakiyek pêk hat. Ji beşên civakê hemûyan gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Bi taybetî astengdarên Herêma Kurdistanê di serê çalakiyê de cih girtin. Çalakvanan li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê daxuyanî dan û daxwazên xwe pêşkêşî NY’ê kirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin: “Em li vir daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku hêza xwe ji bo rawestandina van tawanan bikar bîne. Sivîlan ji tewanên şer biparêzin. Rê nedin kuştina sivîlên herêmê. Mafê mirovan û mafê wan ên sereke li gorî Danezana Gerdûnî ya Cîhanê û yasayên navnetewî biparêzin. Hêvî dikin pêşî li şer û komkujiyan bigirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN