Komeke xwendekarên zanîngehê di sala 2015’an de di bin navê “Her der dibistanên havînê yên zarokan” de projeyek da destpêkirin û 3 sal li dû xwe hiştin. Ev ‘Dibistanên Havînê’ ji bo malbatên di warê aborî de zehmetiyan dikêşin hatine vekirin û alternatîf in. Projeya xwendekaran ji hêla welatiyan ve rastî eleqe û piştgiriyê tê û zarok di van dibistanan de bi derfetên hatine avakirin hem dilîzin hem jî xwe bi pêş dixin. Avakarê projeyê Ufuk Sultanoglu beşa civaknasiyê xwendiye û da zanîn ku piştî nîqaşeke di navbera xwendekaran de, pirsên wekî “perwerde çawa dibe û divê çawa bê bipêşxistin”, herî dawî ev proje derketiye pêş û got ku ew dixwazin vê xebata xwe li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Sultanoglu aşkera kir ku perwerdeya wan plan kiriye, destpêkê li 9 taxên Mêrsînê xistine meriyetê, piştre li Hatay û Edeneyê li çend taxan ev xebat meşandiye.
Bi xeyalên zarokan cîhaneke azad
Sultanoglu diyar kir ku ew dê îsal projeya xwe berfireh bikin, bi mamosteyên nû xwe bigihînin 52 bajarên welat. Sultanoglu dest nîşan kir ku bi taybetî ew xwe digihînin taxên xizan û got: “Em li taxan bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Ev dibistanên havînê bi qasî 40-45 rojan dewam dikin. Em perwerdeyên wekî wêne, şano, lîstikên gelêrî, nivîsên pêşxistinê û hwd. didin wan. Em hewl didin bi xeyalên zarokan cîhaneke azad ava bikin.”
Sultanoglu destnîşan kir ku ew dixwazin perwerdeyeke alternatîf bi pêş bixin û bang li hemû dilxwazan kir ku xwedî li vê projeyê derkevin.
DÎHABER/MERSÎN