Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de fealiyetên xwe bi rê ve dibir, ji aliyê qeyûm ve peymana wan nehat nûkirin û ji kar hatibûn derxistin. Hevderhênerê Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer got, derxistina wan a ji kar ji pirsgirêkeke îstihdamê wirdetir, êrîşeke li dijî fealiyetên çandî ye. 

 Ev ne cara pêşi ye

Koçer got, wê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest bi şanoyê kiriye û diyar kir ku, di salên destpêkê yên NÇM’ê de malbatan wek ku ewder kreşek be zarokên xwe dianîn NÇM’ê û got: “Min lîstika ewil li Şanoya Bajêr temaşe kir û li NÇM’ê dest bi şanogeriyê kir, piştî demekê min perwedehî wergirt. Di dema xebatên lîstikekê de, bêyî lîstik bê pêşandan NÇM hat girtin. Dîsa di heman pêvajoyan re derbas dibim. Dema NÇM hat girtin, 13-14 salî bûm, ji bo min şano neqediya bereksê wê nû dest pê kir. Ji wê demê ve min biryar dabû.” 

Ji Hamlet heta Mem û Zînê

Hamlet bi kurdî hat pêşandan, lîstikên wek Hamletê promiyera cîhanê kirin. Mem û Zîn şaniya cihwariyî bû û bi awayekî muzîkal hat pêşandan. Me biryar dabû ku em ê her sal destaneke Kurdî bikin şano û pêşkêş bikin. Bi derhênerên navnetewî re xebat hatin kirin, xebatên hevpar hatin kirin. Her sal 50 kes serî li atolyeyê dide û me bi 13 xwendekaran re lîstikek da pêşandan. Şanoya Bajêr a Amedê dînamoya herêmê bû.” 

Kesên bê alaqa hatin 

Koçer got, “Dema qeyûm hat pêşî mudaxileyî rêziknameya me kir. Lijneyeke me ya repertuvarê hebû. Xwestin vê fesix bikin û lijneyeke ku dê lîstikên wêjeyî bilîze diyar bikin. Kesên eleqeya wan bi şanoyê re tune bûn, di lijneyê de cih girtin. Gerînendeyê hat tayînkirin, di jiyana xwe de lîstikek jî temaşe nekiriye. Ji xwe me nikaribû di şert û mercên wisa bixebite.” 

Cihwar guherî

Koçer diyar kir ku, mesele ne meselaya kar e û wiha domand: “Ez wek Şanoya Bajêr hat girtin nanirxînim. Şaredariya Bajêr a Amedê ji bin banê şaredariyê derket, cihwar guherand. Dê xebatên xwe li cihekî din bidomîne. Lêgerîneke me ya nû heye. Her çi qas eywaneke me ya ewqasî mezin tune be jî, em ê xwe bigihînin temaşevanan. Em ê tûrneyên xwe bidomînin.” 

Gelek xebat hene

Koçer wiha behsa xebatên xwe yên dawî kir: “Provayên lîstika Qirixê temam bûn. Firat Anli provayên dawî temaşe kirin û paşê hat binçavkirin. Lîstikeke yekesî ya stendapê Dawiya Dawî heye. Provayên lîstika “Wê Neyê Dayîn, Em Nadin” ya Dairo Fo dest pê kiribûn.” 

Dîsa dê vegerin ser dike

Lîstikvan Hamdusena Ozbey jî wiha got: “Pêvajoya em tê de ne ji ya salên 90’î xerabtir e. Şanoya Kurdî dê li dijî her çewisandinan derkeve û hêzeke wê ya wisa jî heye. Wisa difikirim em ê bi motîvasyoneke mezin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Pêşnûmayên amadekirî hene. Di rojên pêş de dema pirsgirêka cihwar bê çareserkirin û em ê dubare li ser dikê bin.” 


DİCLE MUFTUOGLU / DÎHABER