
Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya MED’ê ya li Stebolê piştî komeleya wan hat girtin û mohrkirin, perwerdehiya xwe li avahiya HDP’ê ya Gungorenê dewam dikin.
Komeleya Çand û Hunerê ya MED’ê li dijî bişaftina çand û hunerê sala 2009’an li navçeya Bagcilarê dest bi xebatên çandê kir. Piştî OHAL hat îlankirin bi biryarên KHK’ê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tevî 370 komeleyan hat mohrkirin û girtin. Piştî Komeleya Navenda Çand û Hunerê ya MED’ê di 22’ê Mijdarê de hat girtin, xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya MED’ê dest bi lêgerîna qada perwerdehiyê kirin. Komeleya MED’ê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gungorenê dest bi perwerdehiya çandê kirin. Komeleya MED’ê li HDP’ê perwerdehiyê didin şagirtên xwe û wan perwerde dikin.
‘Xwestin xebatên me asteng bikin’
Endamê Koma Sterkên Azadiyê Muhsîn Sîpan ku di sala 2012’an de li Komeleya Çand û Hunerê ya MED’ê dest bi xebatê kir, diyar kir ku wî li komeleyê perwerdehiya nota dît û wiha peyivî: “Saziya me bi biryara KHK’ê hat girtin. Di demên dawî de hemû saziyên çandê hatin girtin. Pergalê xwest rê li pêş xebatên me bigire. Lê em dê li her derê xebatên xwe bimeşînin. Em dê li cih û warên din malên din xebatên xwe dewam bikin.”
Divê bêhtir em lê xwedî derkevin
Sipan anî ziman ku piştî komele hat mohrkirin gel jî nerazîbûneke mezin nîşan da û wiha axivî: “Gelê navçeya Gungorenê li çand û hunera xwe xwedî derdikeve. Divê ji niha û şûn ve em bêhtir li çand û hunera xwe xwedî derkevin. Em bang li xwendekarên navçeyê jî dikin ku tev li xebatên çandê bibin û piştgiriyê bidin xebatan.
12 salî fêrî tembûrê dibe
Şagirtê 12 salî Kenan Taş ê Komeleya Çand û Hunerê ya MED’ê ku 3 sal in kursa tembûrê dibîne diyar kir ku ji bo fêrî tembûrê bibe tê vir û got, “Ez hinekî fêrî tembûrê bûm. Ji ber ku Komeleya Çand û Hunerê ya MED’ê hat girtin em tên li vir perwerdehiya tembûrê dewam dikin. Em dixwazin dîsa MED bê vekirin û em li wir perwerdehiya xwe dewam bikin. Taş, ani ziman ku li vir hem kursa tembûrê dibîne û hem ji fêrî ziman dibe.”
STENBOL