Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, „Em cejna Newrozê ya gelê xwe pîroz dikin û hevîdar in Newroza 2016’an ji bo azadiya Rêberê me, ji bo afirandina Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk wê bibe werçerxeke dîrokî.“

Di daxuyaniyê de hat gotin, „Desthilatdariya AKP’ê qedexe daniye ser pîrozkirina cejneke 2600 salî ya gelekî. Ev yek, êrîşa li hemberî hebûn û nirxên çandî yên gelê Kurd e. Gelê Kurd, bi hezaran sal in tevî hemû zext, zilm, polîtîkayên înkar û qirkirina çandî jî Newroza xwe her sal pîroz kiriye. Di salên 1990’î de gava mîna roja îro hat qedexekirin, gelê me guh neda qedexeyan, herikî meydanan û bi dayîna bi hezaran şehîdan re Newroza xwe kirin cejna demokrasî û azadiyê ku ji aliyê ti hêzê ve nikare bê qedexekirin. Li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê ku niha qadên berxwedana xwerêveberiyê ne, gel di salên 1990’î de sînga xwe li hemberî tank û guleyan kir sîper, bi vî rengî daket kolanan, bi sedan şehîd da û bi xwîna xwe re mora xwe danîn binê nemiriya Newrozê. Ji bo parastina hebûna Newrozê û pîrozkirina wê, gelê Kurd ewçend berdêlên giran daye ku êdî tinehesibandin û qedexekirina Newrozê nepêkan e.“


‘Qedexe êrişa dij hebûna gelekî ye’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: „Dîrokeke Newrozê heye; ruhekî roja Newrozê heye. Di Newrozê de gelek nirx digihêjin hev û ruhê Newrozê derdixînin holê. Ev yek jî ruhê berxwedanê ye, ku bi dayîna berdêlên gelekî giran hatiye afirandin. Rehê vê çand û ruhê berxwedanê digihêje 2600 sal beriya niha. Qedexekirin an jî têkbirina vî ruhê xwe dispêre daneheviyeke ji hezaran salan nepêkan e. Bi dehan salan e, tevî her şêwe zext, zilm û komkujiyan jî tê pîrozkirin.

Gelê me, wê Newroza ku 2600 sal in pîroz dike, di sala 2016’an de jî li her gundî, li her taxê, li her bajarokî û li her bajarî wê pîroz bike. Wê her qadê weke qada Newrozê bibîne û Newrozê li her kolan û meydanan bi coşeke mezin pîroz bike. Hêza ruhê Newroza 2600 salî, wê biryarên qedexeyê yên desthilatdariya faşîst a AKP’ê bêwate bike.

Divê gelê me, qedexekirina Newrozê weke êrîşa li hemberî hebûn û jiyana xwe ya azad û demokratîk bibîne, li ser vê bingehê ji bo parastina hebûna xwe, jin, zarok, extiyar her kes biherikin qadan. Bi hêza ji dîrok û şehîdên xwe wergirtî re, pêwîste nîşanî desthilatdariya AKP’ê û tevahiya cîhanê bide ku nabe Newroz bê qedexekirin û têkbirin.

Sembola vîna jiyana bi hev re ya gelan û jiyana azad Rêber Apo ye. Lewma dagirtina qadên Newrozê, di heman demê de nêzîkkirina azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di zikhev de ne. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe, hemû gelan, hêzên civakî û demokrasiyê yên dixwazin Rêber Apo û gelê Kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe dikin, ku li dijî faşîzma AKP’ê dakevin qadên Newrozê.“  


 ANF/BEHDÎNAN





Bi rûhê berxwedanê emê Newrozê pêşwazî bikin


Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) î banga beşdariya Newrozê kir.  Di daxuyaniyê de berxwedanên li Silopiya, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê  silavkirin û hat gotin, „Bi pêngava serhildana topyekûn a li dijî qirkirinê re, ku Sêvêyan, Fatma û Pakîzeyan, Mehmet Tûnç û şehîdên berxwedanê yên 2016’an dan destpêkirin, Newroza 2016’an wê li Ewropayê jia liyê gelê me ve bi dilsoziyeke mezin were pîrozkirin. Weke şopdarên Ronahî û Bêrîvanan, Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê bi şiyara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ agirê Newrozê yê li Ewropayê bêhtir geş bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bêhtir xwedî li agirê pîroz ê Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan derkeve û bêhtir tevlî berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê bibe.“ 


 HANNOVER