
Bi boneya destpêkirina sala perwerdeyê ya 2017-2018’an, Komîteya Perwerdeyê ya KCK´ê daxuyaniyek weşand. KCK´ê di vê daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta qirkirina çandî ya dewletên dagirker kir û got, “#Li hemberî desthilatdariya dagirker û faşîst ên dev bi xwîn; ji bo gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz, şoreşger û sosyalîst, ji derveyî bilindkirina têkoşîn û berxwedaneke giştî û bêhempa, ti rê û rêbazeke din nemaye.”
Komîteya Perwerdeyê ya KCK´ê bi boneya destpêkirina sala perwerdeyê ya 2017-2018’an, daxuyaniyek weşand, û pê re pakrewanên vê meydanê yên weke Mehmet Karasûngûr, Salîh Kendal, Ferzad Kemanger û Viyan Amara û tevahiya pakrewanên azadiyê bi bîr anîn û soza avakirina pergala perwerdeya civaka demokratîk û azad da.
Perwerdeya neteweya demokratîk
Komîteya Perwerdeyê ya KCK´ê Ocalan jî di daxuyaniyê de bi bîr anî, ew wekî “mîmarê paradigmayê û mamosteyê mezin Rêber Apo” bi nav kir û wiha dewam kir: “Em hemû têkoşîn û xebatên gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemberî bişavtin û qirkirinên çandî dimeşînin, destek dikin û di kar û xebatên wan ên avakirin û bipêşxistina pergala perwerdeya neteweya demokratîk de serketinê dixwazin.
Pîrozbahiya li serdema nû
Li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal, Rojavayê Kurdistan û herêma Bakurê Sûriyeyê bi fikr û ramanên azad û bi zîmanê dayîke pêvajoya perwerdeyê ya 2017-2018’an dest pê dike. Li van qadên azad, em serdema nû ya perwerdeyê li hemû gelan, zarok û ciwanan, mamoste û kedkarên perwerdeyê pîroz dikin.”
Dibistan kirine çeperekî pêş ê qirkirina çandî
KCK´ê siyasetên dewletên li Kurdistanê dagirker Tirkiye û Îran yên kûrkirin û berfirehkirina qirkirina çandî û fîzîkî bi bîr xist û got, “Di pergal û rejîma înkar û îmhayê de ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin, dibistanan weke çeperekî pêş ê qirkirina çandî û aşê bişavtinê bikar tînin. Îro jî ev dibistan li Kurdîstane weke aşê bişavtinê tên bikaranîn. Ango qirkirina fîzîkî û çandî di heman cihî de bûne yek û rûyê veşartî yê dagirkerên faşîst aşkere bûye.”
KCK´ê îşaret bi siyaseta li meydana perwerdeyê ya dewleta Tirk a sala bihurî kir û got, “Bi hevalbendiya faşîzma reş, spî û kesk re dijminatiya li hemberî gelê Kurd û hezên demokrasîxwaz derxistine asta herî jor. Di xizmeta pergalê de be jî, xwe li nasnameya Kurd û demokrasîxwazan ranagirin. Pergala Tirk a dagirker, ji bo ku bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire, bi deh hezaran mamoste û kedkarên perwerdeyê ji kar dûrxistine.”
Yekane derman berxwedan û têkoşîn e
Komîteyê li hemberî van siyasetên delwetên li kurdistanêî dagirker jî banga têkoşîn, berxwedan û hevgirtinê kir: “Ji bo gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz, şoreşger û sosyalîst, ji derveyî bilindkirina têkoşîn û berxwedaneke giştî û bêhempa, ti rê û rêbazek din nemaye. Ji bo avakirina neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk, divê em van êrîşên dagirkeran, weke şensekî binirxînin û xwe ji pergala perwerdeyê ya qirkirina çandî û fîzîkî qut bikin. Bi hemû hêz û jiyana xwe, pergala perwerdeya demokratîk bi pêş bixin. Em her mal û deverê veguherînin warê perwerdeyê. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê; mafekî xwezayî, civakî û weke şîrê dayîkê helal û rewa ye.”
Pergala bişavtinê protesto bikin
Komîteya Perwerdeyê ya KCK´ê herî dawî Kurdên li diyasporayê bi bîr xistin û got, “Gelê me yê li derveyî welat pêwîst e hîn zêdetir li zimanê dayîkê û perwerda wê xwedî derkeve. Li her welatê ku lê dijî, têkoşîna bidestxistina mafê hiqûqî û demokratîk ê perwerda zimanê dayikê xurt bikin. Banga me, ji hemû mamoste û kedkarên perwerdeyê yên welatparêz, şoreşger û demokrat re ew e ku em zarok û ciwanên xwe li her cihê destdayî bi ziman, feraset û mufredata xwe perwerde bikin. Mafê perwerdekirina zarok û ciwanan, bi qasî ku radestî ti hêzên din neyê kirin, jiyanî û pîroz e. Em mafê perwerdeya zarokên xwe, bi xwe pêk bînin. Li hemberî qirkirina çandî ya pergala faşîst a Tirkiye û Îranê, her wiha pergala wan a perwerdeya bişavtinê, divê hemû gelê me li qadan bi meş, mîtîng û çalakiyên girseyî red û şermezar bikin. Divê em pergala bişavtinê protesto bikin û bi ti şêweyî qebûl nekin.”
NAVENDA NÛÇEYAN