Piştî nakokiyên di nava YNK’ê de Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm çû serdana Silêmaniyê. Der barê mijarê de şêwirmendê Serokkomar diyar kir ku Fuad Mehsûm wê (doh) her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bîne cem hev.
Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdullah Eliyawayî ji RojNewsê re got, “Ji ber ku Fuad Mehsûm yek ji damezrînerê YNK’ê ye û kesê herî bi temen e piştî Mam Celal di nava YNK’ê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ketiye nava hewldanan. Ji bo ku pirsgirêk ji vê mezintir nebe.”
Eliyawayî da zanîn ku Fuad Mehsûm pêr êvarê bi Endama Polîtburoya YNK´ê Hêro Îbrahîm û paşê jî bi Cîgirê yekem ê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl re civiyaye û armanca wî ew e ku wan bîne cem hev. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin, derbarê civîna plankirî de hîna agahî li raya giştî nehatibûn eşkerekirin.
Eliyawayî got, li gorî hizra wî tesîra serokkomarê Iraqê di çareseriya pirsgirêkê de wê xwedî bandor be û wiha peyivî: “Çaresernekirina pirsgirêkan wê bandorê li ser serdana dawî ya şandeyên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê jî bike. Wê bandorê bike li pozisyona Kurdan a li Iraqê jî.”


 ROJNEWS/SILÊMANÎ