Belê; di vê serdema ku li welatên rojava  her roja ku diçe qelemdar berê xwe ji helbestê diguhere û berê xwe dide bexşanê, sedem çiye ku li welatên rojhilata nêz û navîn helbest hê jî serkêşê cureyên wêjeyî ye?
Ev ‘ratewxoyîtî’  gelo ji hêsannivîsîn û ji rêzêbûna helbestê tê, an ji ber ku her xamedar hê di destpêka nivîsînê de dixwaze xameyê di ‘hibirdank’a hemû çavkaniyên wêjeyî, di helbesta ku malzaroka peyvê ye, dake û binivîse?
Nivîsîna helbestê hewldanek e; ne bidestxistinek!
Heke bi destxistinek bûya, wê gavê her mirovê/a ku dixwest bibe helbestkar, dê biçûya dibîstanên ku helbestê û helbestnivîsînê ferî meriv dikin.
Digel ku dibistanên ferkêr nînin, helbesta her helbestkarî dibîstanek e, ku meriv jê ferî ‘çibûn’ û ‘çawabûn’ û ‘çiyitiya’ helbestê bibe.
Baba tahirê Ûrayan ma ne weye? Ango Mella, an jî Goran?,
 Li vir, bêyî ku peyva Bavê Nazê, ‘ Nivîskarî dana Xweda ye’ jibîrbikim; di serdenake beriya deh salan,  pê hesiyam ku li welatê Swêdê mirovên ‘aqilçelq’, bi helbestê dihedinînin. /rehabîlîte dikin.
Min ‘hedinandina’ nexweşên bi nexweşiya derûnî a bi derman, a bi muzikê, a  bi dengê avê bihîstibû, lê a bi helbestê?!
Wê gavê, gava ku min ev rasteqînî ji devê nêzêdostên xwe ên ku ji salên dûrûdirêj ve mişextî Swêdê bûbûn û êdî Swêdê wekî weletê xwe didîtin, bihîst; ewil matmayî mam, paşê hate bîra min, ku di destpêka salên 1976ê de beriya dest bi helbestê bikim, li Swêregê her êvar li hêviyê bûm ku Îzgoya Tehranê dest bi bernameya xwendina helbestan bike, û ez jî ne bi meyê, êvar êvar xwe bi helbestê serxweş bikim.
Digel ku ne şêwexwendina min e û ez ji xwendina şêwe-teatrel a helbestê hez nakim, wekî yekî bêriya ‘tahmeke’ zaroktiyê kirî, îro jî dixwazim ruhê xwe bi wê ‘tahmê’ bitahmijînim.
Lê li hêla din, gava ku ‘helbesta’ hin ‘helbestkarên’ ku dixwazin ‘pêlava xwe bavêjin nava pêlava helbestkarên kurd’,  dixwînim; helbestkariya wan jî helbesta wan jî dike ku dilê min ji helbest û helbestkariyê bixele!
Dizanim ku helbest ne ‘çeşnekî’ ku dilê meriv bixelîne ye.
Lê gava ku dênê xwe didim  newala helbesta kurdî, dibînim ku li ber ‘lodên’ helbesta Cizîrî’, li rex ‘gidîşên’ helbesta Cegerxwîn…û ‘qeflên’ helbesta Qedrî Can; bi destê ‘helbestkarên’ nivşê nû ‘ tingên helbestê’ tênê bilindkirin.
Her ku navekî dilêvînin, wekî kurdekî wekî mirovekî kurd heke navin bikin ku em bi dewlemandiya li dû xwe ji me re hiştine, rûmetdar û bextewar bibin û em xwe wekî yekî deydarê wan hîs bikin, wê gavê divê em wekî ku bihingivin tiştekî pîrower, wisa destê xwe dirêjî xame bikin û binivîsin. Ne ji mafê min  be ji kesekî/ê re bibêjim nenevîse jî, ji mafê min ku ji ristedarên nû re bibêjim, ‘binivîsin binivîsin…lê bi qasî ku hûn dinivîsin, helbestkarên beriya xwe bibînin, bixwînin.
Bixwînin; ji ber ku her helbestkar dibistenek e û her helbestkar derçûyê dibistanekê ye û ji lew, di nivîsa heftiya borî de min gotibû,’ Li gorî hizra hevbeş a gellek helbestkar û helbestperweran nasnameya sereke a helbestê ew e; ku helbest e, xwedî zimanekî cuda û vegotineke cuda ye…û heyîna têkeliyeke xurt û zexm di navbera wê û di navbera û muzîk û peyvê de heye…û di navbera wê û bedewiya(estetîk) karteker a ku li ser hest û giyanê mîrovî dihilê de’…