
Wênesaza ciwan a ji Kobaniyê Roya Shaîn, tiştên nikare bi axaftinê vebêje resm dike. Shaîn a li dijî şer, bêrîkirina welat resm dike, ji bo jina ku resm dike jî dibêje:”Her jin welatek e.”
Wênesaza ciwan a ji Kobaniyê Roya Shaîn (22) ji bo hunera wêneyê dibêje, “Jin li ser rûyê xwe hêzê jî, huznê jî vediguhezînin” û bi her awayî jinê li ser tabloyan nexş dike. Shaîn vegot, malzemeyên hunermend ên li hunerê tên nexş kirin her tim hîseke baş li hunermend peyda nake, dema ew şer li tabloya xwe nexş dike dubare li wan rojên şerî dijî.
Tiştên nikare bi axaftinê vebêje…
Roya Shaîn ya dema di 15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ bi çekên giran êrîşî Kobanî dike, xaka xwe diterikînin û li Rihayê bi cih dibin. Shaîn got, tiştên ew nikare bi axaftinê vebêje, resm dike. Shaîn a ji neçarî perwerdehiya wê nîvçe ma anî ziman ku dema ew li Rihayê bi cih dibin, odeyeke malê ji bo wêne çêkirinê veqetandiye û di wêneyan de herî zêde, sûretê şer û jinê neqş dike. Shaîn got, di temenkî biçûk de wêne çêkirin bala wê kişandiye û wiha axivî: “Min ewil bi qelemreşiyê dest pê kir. Dawiyê bi boyaxên avî û ev 7 sal e jî, bi boyaxên rûnî dixebitim. Heta niha tabloyeke min hatiye firotin. A rast, ji bo min bi çiqasî hatiye firotin, ewqas ne girîng e. A girîng, girîngiya ji bo hunerê ye û nêvenga xwepêşxistinê ye.”
Dixwaze pêşangeheke şexsî veke
Shaîn anî ziman ku, li Rihayê tabloyên wê li 2 pêşangehên tevlîhev cih digirin û wiha peyivî: ”Lê belê, xeyala min vekirina pêşangeheke şexsî ye. Dixwazim xwe bi pêş ve bixim. Lê belê, ji bo pêşvexistinê, di bidestxistina nêvengekê de, zehmetiyan dikêşim. Hîn di merheleya hînbûnê de me. Divê bêtir bixebitim. Dema min nû dest bi çêkirina wêneyan kir, min dinihêrî û çêdikir. Min bi nihêrtina cismekî û çêkirina wî dest bi hunera resmê kir. Dawiyê, sêwirandinên min çêbûn.”
Şopên şer
Shaîn wiha behsa tabloya xwe yî Kobaniyên ji şer reviyane kir: “Jiyana me yî koçberiyî bandor li min kir. Min koçberiya ji Kobaniyê ber bi Tirkiyeyê ve xêz kir. Ev tablo, dema em ji Kobaniyê dertên û sînor derbas dikin vedibêje. Gel perîşan bû. Jin tevî zarokên xwe sînor derbas dikin. Me şer jiya û di bin bandora wê de mam. Min tiştên dîtin, li tabloya xwe xêz kir.”
Bi zorê ji şewatê xelas kiriye
Shaîn got, dema ew li welatê xwe bû, tabloyeke bi zorê ji şewatê xelas kiriye û şopên agir ên li ser tabloyê nîşan dide û wiha didomîne: “Gelek tabloyên min li Kobaniyê man. Vî cihê hûn di tabloyê de dibînin, Kobaniyê ye. Ev zilamê extiyar jî, ji ber şewitandina welatê xwe pir bi xemgîn e. Ez pir nikarim biaxivim, nikarim behsa şer bikim. Lê belê, ez ê bi tabloyên xwe, ji we re vebêjim. Veqetîna ji welat ne hêsan bû. Di nava mirovekî 75 salî de, şahidiya şewitandina welatê mirov ne hêsan e.”
Dixwazim hemûyan resm bikim
Shaîn got, li gel şer, wek jinekê resmkirina jinan ji bo wê cihê şanaziyê ye û tabloyên xwe yî sûretê jinan xêz kiriye wiha vegot: “Her jin welatek e. Ji zarokatiya xwe ve, sûretê jinan çêdikim. Sûreta jinekê gelek tiştan ji bo mirov vedibêje. Xwazî bi huzn be, xwazî kêfxweş be, jin bi tena serê xwe gelek tiştan di xwe de dihebîne.” Shaîn anî ziman ku, piştî ew ji xaka xwe vediqete, hisiyatên wê sîrayetî rengên ku di tabloyan de bi kar tîne dike û wiha behsa tabloya huznê kir: “Di vê tabloyê de jin dibêje, min bibînin. Jineke bi huzn e, lê belê ewqasî jî hêzdar û wêrek e. Min jinên reşik jî neqşî tabloyên xwe kirin. Çimkî, kincên herêmî yên jinan û rengên wan gelek tiştan vedibêjin. Jinên reşik, jinên Misrî, jinên Kurd, jinên Ereb û Tirk ferq nake. Dixwazim hemûyan resm bikim.”
ARJÎN DÎLEK ONCEL / RIHA / DÎHABER