
'Roja parastinê ye´
Ji kesên di berxwedana Kobanê de cih digirin yek jî Mihemed Milhê ye. Milhê bi keça xwe ya YPJ'î Kurdistan Kobanê re di heman çeper de li dijî çeteyan şer dike. Milhê, diyar kir ku li şuna axa xwe berbidin bi keça xwe re terciha şer vebijart û balkişand ser girîngiya axa xwe û wiha got: "Axa Kobanê bi xwînê bê avadan jî em dê li ser axa xwe bin." Milhê, da zanîn ku ev gavekê jî paşve navêjin. Milhê, bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê hemû ji cihê cûda hatine û dixwazin axa wan dagir bikin û ji ber vê yekê xwe diparêzin û wiha axivî: "Heke mirinek çê be dê li ser vê axê çêbibe. Li şuna bi zilma Tirkiyeyê bijîn li vir pêvîst be em dê ber xwe bidin û bimirin." Milhê, destnîşan kir ku divê ji dîroka gelê kurd mînak bên girtin û wiha pê de çû: "Îro roj roja em axa xwe û pêşeroja xwe biparêzin e." Milhê, anî ziman ku bi keça xwe li çeperên şer de li hemberî çeteyên ber xwe dide û wiha got: "Roj roja yekîtî û şerefê ye. Em dîsa weke berê naxwazin di bin zilmê de bijîn. Divê hemû ciwanên kurd bên di çeperên şer de axa xwe biparêzin. Em bi hev re destûrê nedin çete bikevin ser axa me. Werin em bi hev re vê axê ji wan re bikin gor. Mirin carekê ye. Mira carek jî bila ser axa me be."
'Ev şerê netewî ye´
Kurdistan Kobanê jî diyar kir ku bi bavê xwe re ji bo axa xwe biparêzin di heman çeper de hatin cem hev û wiha got: "Di vê çeperê de em ji bo gund, bajar û axa xwe biparêzin hatin cem hev. Îro roja em axa xwe berdin nîn e." Kobanê wiha bang li gelê kurd jî kir: "Roj roja rûniştinê nîn e. Roj roja em axa xwe û pêşeroja xwe biparêzin e." Kobanê, anî ziman ku divê hemû kes di çeperên têkoşînê de cihê xwe bigire û wiha pê de çû: "Di vî şer de divê berî her kesî jin cihê xwe bigirin. Divê jin ji bo pêşeroja xwe û vîna xwe şer bike."
ANHA/KOBANÊ