Dinya hemû ji bo ku ji ber şewba vîrusa koronayê zirareke mezin li insaniyetê nebe, ketiye nava kar û xebatê. Li her derî tevdîrên taybet tên girtin. Lê dewleta Tirk ji xwe re kiriye karê eslî ku dijminatiya Kurdan bike.

 Li Osmaniyeyê afîşên HDP’ê yên agahdarkirina xelkê yên li ser şewba Covid19’ê hatin qedexekirin. Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin a li Tarsusê girtî, li nexweşxaneyê bi gumana Covid19’ê xistin karantînayê. Kedkarên tenduristiyê xistin nezaretê.

 Li Belçîkayê keçeke 12 salî ji ber şewba vîrusa koronayê mir û bû kesa herî ciwan a li Ewrûpayê ji ber şewbê mirî. Li Elmanyayê çav li rê ye ku asta herî bilind a şewbê Hezîranê bibe heger tevdîr ji 20’ê û pê ve bên sistkirin.

Şewba ji ber vîrusa koronayê (Covid 19) li seranserê dinyayê belav bû û ji ber vê pandemiyê, welat hemû hewl didin welatiyên xwe biparêzin. Yên derfetên wan kêm yên derfetên wan zêde jî vê dikin. Lê dewleta Tirk hem di vî karê ji bo insanetiyê de bi erka xwe ranabe û hem jî ji bo wê ya li pêş dijminatiya li Kurdan e; ku ji vê jî ber xwe bibîne, kesên ji bo insanetiyê têdikoşin dike hedefa êrişên xwe. Waliyê Osmaniyeyê yê dewleta Tirk daliqandina afîşên HDP’ê yên li ser şewbê agahdar dikin, qedexe kir. Rêxistina HDP’ê got, walî nikare erka wan li wan qedexe bike. Li aliyê din zilma wê ya li dijî girtiyên siyasî jî bi gefxwarina bi şewba ji ber vîrusa koronayê dewam dike. Hevşaredara navçeya Mêrdînê Şemrexê Nalan Ozaydin ji ber ku gumana bi vîrusê ketî heye, xistin karantînayê. Li Enqerê kedkarên xizmeta tenduristiyê yên ku bal birin ser cudakeriyê jî hatin girtin.

Walîtiya dewleta Tirk a Osmaniyeyê, bi hinceta “tevdîrên vîrusê” daleqandina afiş û belavkirina belavokên agahdariya li ser vîrusa koronayê yên Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê asteng kir. Walîtiyê, têkildarî mijarê ji rêxistina HDP’ê ya bajêr re nameyeke agahdariyê şand û got, ev yek mehekê qedexe ye.

Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê, nerazîbûn nîşanî biryara walîtiyê da û got, ew ê xebatên xwe yên agahdarkirina xelkê li ser vîrusa koronayê bidomîne.

Di qirkirina siyasî de qonaxa koronayê

Li aliyê din, derket holê ku Hevşaredara navçeya Mêrdînê Şemrexê, Nalan Ozaydin a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê girtiye, ev 3 roj in bi gumana ku vîrusa koronayê tê geriyaye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê di karantînayê de ye. Ozaydin beriya bi 20 rojan ji ber bêhnçikînê û panîka bi dest xwe re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û piştre jî li Girtîgeha Tarsûsê li qawîşekê bi cih kirin. Li ser miracaeta parêzerên wê, beriya bi 3 rojan Nalan Ozaydin sewkî Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê kirin. Beriya ku wê bibin hepsê, piştî ku tomografiya wê hate girtin bi gumana ku vîrûsa koronayê vegirtiyê, Nalan Ozaydin li qata 3’yê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin karantînayê.

Kî doza maf bike digirin

Li Enqereyê 5 kedkarên xizmetên tenduristiyê yên xwestin li dijî cudakeriya navbera xebatkaran daxuyaniyê bidin, xistin nezaretê.

Kedkarên tenduristiyê xwestin ji bo tevdîrên pêwîst werin girtin, xwestin li ber Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Zanîngeha Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan kedkar asteng kirin, piştî ku wan li ber xwe da, ew kirin nezaretê.

Sendîkaya Kedkarên Şoreşger ên Tenduristiyê (Dev Saglik-Îş) li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û got: “Hûn bi cudakeriya di navbera xebatkarên tenduristiyê de nikarin vîrûsê têk bibin. Rêveber û endamên me kirin nezaretê. Hûn nikarin wisa şerê Covid19’an bikin. Guh bidin daxwaza kedkarên tenduristiyê.”

Li Amedê hejmar zêde dibe

Li Amedê, bi gumana vîrûsa koronayê ketine, dermankirina zêdetirî 150 kesî didome, hat zanîn ku heta niha 6 nexweş jî şandine malê.

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ji 120 nexweşan testa 20 nexweşan pozîtîf derketiye.

Li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî jî yek jê li beşa lênêrîna awarte bi giştî 7 kes derman dibin.

Li Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Dîcleyê jî ji 12 nexweşan testa 5 kesan pozîtîf derketiye û ji 4 nexweşên li beşa lênêrîna awarte 3 jê bi gumana vîrûsa koronayê derman dibin.

Li bajar heta niha 4 jê bi vîrusê, yek jî bi gumana vîrûsê bi giştî 5 kes mirine.

 
 

Keçeke 12 salî mir

Doh li Belçîkayê keçeke 12 salî ya bi koronayê ketibû, ji ber vîrusê mir. Meqamên Belçîkî doh ev agahî eşkere kir. Bi vê yekê re ev bû mirova herî temen piçûk a ji ber vîrusa koroanyê li Ewrûpayê mir. Rayedaran eşkere nekir ka nexweşiyeke zarokê ji berê ve hebû yan na.


Li Elmanyayê asta herî jor dibe ku Hezîran be

Lêkolînerên Zanîngeha Johannes-Gutenberg a li Mainzê, dan zanîn ku asta herî jor a krîza ji ber vîrusa koronayê li Elmanyayê dibe ku Hezîranê bibe. Li gorî hesabê zanyaran, asta herî jor wê hingê be ku 1.3 milyon mirov di heman demê de bi vîrusê ketibin. Li gorî modela hesabê wan, bi dawîbûna vegirtina nexweşiyê û şewba pandemîk, beriya Tebaxê ne mumkin e. Lê belê ev hesab wisa hatiye kirin ku pêş dibîne tevdîr piştî 20 Nîsanê bên sistkirin. Li gorî ve, heger tevdîr meheke din dewam bikin, wê hemû mesele mehekê bê bipaşvexistin.

 

 MAINZ