Di cihanê de tiştê herî erzan di mala xwe de rûniştin û bi sermestiya bîrayê bê kedekê bi qelemê şûrê şer kişandine. Xwerû jî bi derfetên medya dîtnêrî li paş perdê bi rimê Donkîşot êrişê perwaneyên aşê bayê kirin, hê hêsantir e. Êhh! Ku li pêş nav payeyekê wek Dr. niviskar û nizam çi jî hebe, temam e.
Ev derdorên bi wan şûrên keleşêrane beş bi beş in, hin ji wan ji qada şer dûr in, Beşeke wan li kuçeyên Ewropê ne, wê êşa ku gelê me di nava birçîbûn û perîşaniyê de dikişînin, nizanin. Beşek jî rasterast mejiyê xwe yê şîzofrenî bi salan e ku tenê bi dijminahiya Tevgera Azad lewitandine. Hinê wan jî donkîşot û cambazên bazarên valahiyê ne, ne li ber sermayê ne jî li ber germahiyê tên.
Gelek ji wan gernasên facebook, internet û Twiterê qaşo demekê serok û rêberên hin partiyan bûn. Bi hatina cûntayê re her tişt bela vela kirin, li kolanên Ewropê di navbera sozialamt, qehwe û restorantan de per li ba kirin, carnan jî ji bo têrandina giyanên xwe yên kirêt di kuncikên komale û qehweyan de êrişên Tevgera Azadî kirin, bi vebûna hin derfetan li ser medya dîtnêrî rabûn govenda bêkêriyê. Cihana wan li gor wan kuncikên tarî teng û fetisiye, berahî û ronahiyê nizanin. Ji ber vê rewşa wan a ketî, mejiyên wan proje û pêvajoyên cihanî û guhertinan mezin ranake.
Hin ji wan li dîplomayên di destê xwe de dinêrin, xeftanên qaşo rewşenbîrîyê li xwe dikin, berê hinek serê xwe bi meya sor dimeyînin, derdikevin hemberê awêneyê, gerdan diqirpînin, xwe hinek tux dikin, dikevin pozîsyonên aqildayînê, şûr li kevirê saxsî dixin, bi şûr ve dipekin û li ciheke bêkêr dikevin.
Hin ji wan jî, dibêjin, êhh! Meydana kemalê xelî ye, min jî du gotar û pirtûkekê pêkenokan nivisiye, dibe çar kes jî min nas bikin, divê ez jî di vî warî de aqilekî bidim vê cihanê, da her kes bizanin ku ez jî heme.
Dema li ser xaka welêt ji bo van rojan şer bilind dibû, tev de li ber bayê şerê psikolojîk ketibûn, şerê çekdarî wek kelemeke lê pêş çareseriyê dinirxandin, qaşo pendên aqilên aşitiyê û rêyên demokratîk bi bayê sayî re direşandin.
Divê hemû der û dor êdî vê fêm bikin:
Tevgera Azadî wisa berfireh bûye, hima bigire; çeng avêtiye tevahiya cihanê, lema cîhana nêrîn û têgihîştina Tevgera Azadî jî li gor vê mezinahiyê fire ye.
Serkoatî û rêveberiya Tevgera Azadî bi hezaran rêhevalên xwe li ber sîngê xwe şehîd dane, wê êşê tu kes bi qase wan nizane.
Vebala bi mîlyonan û barê siberoja van mîlyonan tenê li ser milê Tevgera Azadî ye, ew jî bi zanista vê barê giran gavên pêdivî pê heye davêje.
Bi dehan salan e ku Tevgera Azadî li hemberê çar dewletên dagirker ên hov, polîtîkaya NATO yê, paşverûtiya Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Her dek û dolabên wê polîtika kirêt, bêbext û komployên wan dîtine û vala derxistine. Tevgereke xwedanê vê azmûnê, rastiya cihanê ji her kesî baştir dizane.
Li her çar parçeyê Kurdistan û li cihanê xwe birêkxistiye, xwedanê dezgeh, sazî û bîzavên di sewyeya dewletên mezin de ye. Asoyê wê jî li gor wê berahiyê ye.
Di warê dîplomasiyê de li hemberê hemû dijwariyan dîsa jî gavên gelek giring avêtîye. Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê bi tevahiya cihanê daye nasandin.
Tevgereke wiha cihanî û mezin bêguman xwedanê têgihiştineke gelek têr û berfireh e. Her gavên davêje, her gotinên dibêje, her projeyên dadixe qada jiyanê, her pêvajoyên nû didin destpêkirin jî li gor vê mezinahiya xwe di serada têgîhîştinêre derbaz dike. Ew li gor hêza xwe bi xwe bawer e. Hêviya xwe bi tu hêz û derdorê ve girênade.
Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne.
Her kes û her tevger li gor hêza xwe
Di vê pêvajoya rêya aşitiyê de di nav labîrantên înternet, facebook û mokan de tirsonekên xwe di sersiyên kuçeyan de vedişartin, niha serê xwe rakirine, wek keleşêran diqîqînin. Kî wek wî H. Celal Guzel siya derewên xwe dişînin serê çiyan, kî jî xwedîgiravî çîrokên xapandinê li ser devê gûzanê direqisînin.