Piştî banga KCK’ê ya ji bo kongreya neteweyî, tifaqa neteweyî ya nava Kurdan careke din ket rojeva gelek hêz û derdoran. Di van nîqaşan de tê xwestin, Kurd bi lezgînî li hev bicivin.
Parlamenterê HDP’ê yê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr jî diyar kir, eger Kurd li hev necivin, xeterî heye ku tine bibin û bang li partiyên Kurdan kir, ku fikarên xwe yên îdeolojîk deynin aliyekî û li hev bicivin.
Parlamenterê HDP’ê Baydemîr da zanîn, ji ber ku Kurd ne yek in, dijminên wan xurt in û wiha dewam kir: “Eger ev tifaq di navbera Kurdan de pêk neyê, dibe ku Kurd gelekî mezin winda bikin. Li dijî van êrîşan, mifteya serketinê kombûna siyasetmedar û hêzên navxweyî yên Kurd li hev e.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir, ku divê her Kurdek ji bo pêkhatina tifaqa neteweyî zextê li partiya siyasî ya nêzî xwe bike û wiha dewam kir: “Ez weke Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê, bang li partiyên siyasî yên nêzî xwe dibînim dikim. Ez endamê HDP‘ê me, lewma banga min li HDP’ê ye. Divê bibe aliyekî tifaqa neteweyî. Kîjan Kurd endamê kîjan partiya siyasî ye, yan jî kîjan partiyê nêzî xwe dibîne, ji bo partiya wê/î bibe parçeyek ji tifaqa neteweyî, zextê bike. Weke gelê Kurd, mirovên rewşenbîr divê em zextê li partiya xwe bikin ku bibe parçeyek ji tifaqa neteweyî. Bi rexnekirina partiya li hemberî xwe, heta niha me tiştek bi dest nexist, em ê ji niha û pê ve jî bi dest nexin.”
BRUKSEL