Malên wan hatin wêrankirin, zarokên xwe winda kirin, lê hîn jî li ber xwe didin û di rewşên herî zehmet de jiyan dikin. Di xaka Şêxmeqsûd de jiyana xwe dîtin û di hemû rewşan de jiyana xwe jiyana xwe diafirînin.

Malbata welatiyê bi navê Ebdo Mihemed Cuma (45) yak ji malbatên ku ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî di sala 2009’an de ji Dêra Zorê berê xwe dan Helebê. Bi destpêka şerê Helebê re û dema komên çete di sala 2012’an de derbasî taxa Eşrefiyê bûn, xaniyê Ebdo yê li taxê bi temamî hate ruxandin. Malbata Ebdo wê demê bê mal man û ji xwe re li maleke din geriyan.

Ji ber êrîşên komên çete zêde bûn, malbata Ebdo ku ji bav, dayîk û 6 zarokan pêk tê piştî mala wan li taxa Eşrefiyê jî xira bû berê xwe dan taxa Seken Şebabî ya li rojavayê Taxa Şêxmeqsûd û li wir bi cih bûn. Cuma li ser jiyana xwe dibêje ku ew demekê li taxa Şêxmeqsûd man û wiha dom kir: “Em 2 salan li taxê man. Wê demê tax di bin destê tabûra El-Heyanî û alîgirên wê dikirin. Lê min ewlekarî da wan. Lê ez li aramiyê geriyam, lê ez li aramiyê geriyam, lê komên çete careke din herêmên me topbaran kirin. Min bihîst ku li Şêxmeqûsd aramî heye, ji ber wê min berê xwe da taxa Şêxmeqsûd û li vir bi cih bûm. Min di taxê de jiyana hevbeş dît. Em li malekê di kolana 20’an a rojavayê taxê de jiyan kir. Şêniyên taxê jî alîkariya me kirin.”

 3 zarokên xwe winda kirin

Ji ber êrîşên komên çete yên Koalîsyona Niştimanî ya li ser taxê Ebdo jî wekî şêniyên din ên taxa Şêxmeqûs xwe bi rêxistin kirin û bi welatiyên din re jiyana xwe domanin. Dema êrîşên çeteyan li ser taxê zêde bûn, 3 zarokên Ebdo ji ber êrîşa çeteyan jiyana xwe ji dest dan, ên mane ji bi zehmetî ji bin bermahiyên şer hatin derxistin. Xaniyê Ebdo bi temamî hate ruxandin.

Ebdo da zanîn ku malbata wî jî ji ber êrîşên komên çete xilas nebûn û wiha dom kir: “Ji ber êrîşa komên çete zarokê xwe yê 8 salî Mihemed winda kir. Di 6’ê nîsanê de jî Ebdo kurê xwe yê 10 salî jiyana xwe ji dest da û hemû endamên din ên malbatê winda bûn. herî dawî jî min zaroka xwe ya 3 mehî winda kir. Zaroka min a sê mehî, min nikarîbû şîr bikiriya. Min zaroka xwe ji ber embargo winda kir.“

Heta dawî berxwedan

Ebdo yê ku sê zarokên xwe winda kir bang li saziyên navnetewî û UNSCO kir ku alîkariya wan bikin da ku zarokên xwe xwedî bikin û wiha got: “Banga min ji wan re ku hesab ji çeteyên koalîsyonê ên bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd qetil kirin bipirsin.”

Ebdo Cuma da zanîn ku baweriya wî bi hêzên YPG/YPJ’ê yên parstina taxê dikin tê û wiha dom kir: “Hêzên YPG/YPJ’ê parsitna me dikin, baweriya me bi wan tê, wan me ji êrîşên El-Nusra û hemû komên din ên çete rizgar kirin û hîn me diparêzin. 

Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em ê heta dawî piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê bikin.”

Ebdo Cuma, di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew tu carî dest ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê bernadin û heger bê xwestin dê bi hemû hêza xwe parstina taxê bikin û dê li ber xwe bidin.


SÎLVA MUSTEFA  / ANHA / HELEB